189 koçberên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyan Şengalê

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand, bi rêya wan 189 welatiyên Êzidî ji vegeriyane Şengalê û wê di pêşerojê de jî beşek din yên koçberên Êzidî vegerînin Şengalê.

Ofîsa Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq têkildarî vegerandina koçberên Êzidî ji kampên Duhokê bo Şengalê daxuyaniyek weşand û ragihand ku di çarçoveya planên wezareta wan de 189 koçberên Êzidî ji kampên Duhokê vegerandine ser cih û warên wan Şengalê û wiha hate gotin; “Ji bo ku koçberên Êzidî vegerin ser cih û warên xwe herwiha bikaribin jiyanek guncaw bijîn, hemû hêsankarî ji wan re hatine kirin. Wê di pêşerojê de jî emê beşek din yên koçberên Êzidî vegerînîn ser cih û warên wan.”

Wezîr Îvan Fayeq diyar kir ku bi hemahengiya li gel desthilata navxweyî ewê xebatên vegerandina koçberan bo ser cih û warên wan berdewam bikin ji bo wê jî banga alîkariyê li hemû aliyên peywendîdar kir.

Roja 23’yê Hezîrana îsal Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand, wan 108 koçberên Êzidî vegerandina ser cih û warên wan, beriya du mehan jî gelek koçberên Êzidî vegeriyabûn Şengal û Xanesorê.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button