Li Şengalê ciwanan bertek nîşanî lihevkirina Bexda û Hewlêrê dan

Ciwanên Êzidî yên li Şengalê bi meşekê bertek nîşanî lihevkirina hikumeta navendî ya Iraqê û Herema Kurdistanê dan.

Li Şengalê bertekên li dijî lihevkirina hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya di 9’ê Cotmehê de li ser Şengalê îmzekirin berdewam dikin. Tevgera Ciwanên Êzidî îro li Şengalê li ber çerxerêya Mam Zekî heta Qaymeqamtiya Şengalê li dijî lihekvirina hikumeta navendî ya Iraqê û Herema Kurdistanê meşiya.

Di meşê de pankarên li ser,’Ji biryara PDK’ê ya qirêj re me dibêjîn na!’ û ‘Ji derveyî îrada gel û ciwanên Şengalê em yek biryarê qebûl nakîn’ hatin nivîsandin hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên ‘Êzidxan yeke holhola melekê Tawis e’, ‘Bijî berxwedana ciwanên Şengalê’,  ‘Bijî berxwedana YGŞ’ê û YJŞ’ê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin avêtin.

Meşa Tevgera Ciwanên Êzidî bi daxuyaniyê bi dawî bû.

Show More

Leave a Reply

Back to top button