‘Tola DAIŞ’ê ji me radikin’

Hevserokê Meclisa Giştî ya Şengalê Nayif Şemo derbarê êrişa polîsên Iraqê ya li ser ciwanek Êzidî got; “Ev nêzîkatî pir vekiriye ku tola DAIŞ’ê ji me hildigirin. Piştî ev buyer rû da hevdîtinên me bi artêşa Iraqê re çêbûn û em gihiştin tîfaqekê ku Asayîşa Êzîdxan û artêş bi hev re parastina ofîsên nufusê bikin.”

Beriya hefteyekê hikûmeta Iraqê li bajaroka Tilezêr a Şengalê navenda çêkirina kartên nîştimanî vekir. Rojane gelek welatî serdana navendê dikin. Dema ku hejmarek zêde welatî di sireyê de sekinîbûn, polîsên Iraqê li pêş çavên welatiyan bi awayek tûnd êrişê ser ciwanek Êzidî kirin.

Derbarê êrişa polîsên Hikumeta Iraqê ya li dijî ciwanê Êzidî, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Şengalê Nayif Şemo ji ajansa me re axivî.

Naif Şemo di destpêka gotinên xwe de balkêşa ser tundiya ku hukumeta Iraqê li ser welatiyên Êzidî de dide meşandin û got: “Li Tilezêr navenda çêkirina kartê nîştimanî hatiye vekirin  û her kes dixwaze ya xwe xilas bike. Ew ofîsa nifusê jî di bin parastina polîsên Iraqê de bû. Weke ku di dîmen de tê dîtin, sê polîsên Iraqê ku ji pêkhateyên Ereb bûn, bi jopan êrişî ciwanekî me dikin. Pêwîst nedikir polîs bi awayekî hovane êriş bikin. Ji ber tiştek wisan nebû ku şidet lê bê kirin. Riya qanûnî heye û heta beriya her tiştî exlaq heye. Gava mirov li wî dîmenê dinêrê DAIŞ tê bîra mirov, çawa li 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî êrişî ser me kirin û li ser axa me keç û xortên me kuştin. Di roja îro de jî tiştek pir ne dûrî wê dîrokê ye. Ev nêzîkatî pir vekiriye ku tola DAIŞ’ê ji me hildigirin.”

‘Asayîşa me parastina me ye’

Şemo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Asayişa Êzîdxanê di her alî de parastina gelê xwe dike û wiha pêde çû: “Gava ew buyer rû da û ji bo gelekî mezin nebe, Asayîşa Êzîdxanê destwerdan lê kir. Niha jî bi giştî rewş arame li nahiya Tilezêr. Bi vê re Asayîşa Êzîdxanê hersê polîs desteser kirin û radestî edaletê kirin û ew polîs vekişandin Musilê. Em dubare dibêjin destê Asayîşa me sax be, bi leztirîn dem destwerdan li buyerê kirin. Piştî ev buyer rû da hevdîtinên me bi artêşa Iraqê re çêbû û em gihiştin tîfaqekê Asayîşa Êzîdxan û artêş bi hev re parastina ofîsên nufusê bikin. Bi rastî jî piştî ku Asayîşa me jî ket dewrê tu pirsgirêk derneketine heta niha.”

‘Pêwîste em bi rêzdarî nêzî hev bibin’

Nayif Şemo di dawiya gotinên xwe de ev bang kir: “Banga me ji hemu miletê me re, çi nêzîkbûna me bi erebên ku bi DAIŞ’ê re ne nîne, lê erebên ku ew jî bûn qurbaniyên fermanê pêwîste, em bi rêzdarî nêzî hev bibin. Bila miletê me vê yekê nekin pirsgirêkeke giştî, ji ber em hemû ne weke hevin û ereb jî hemu ne weke hevin.”

ŞEYDA ILYAS/ROJNEWS

Show More
Back to top button