Xelkê Şengalê dijî gef û tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan

Xelkê Şengalê gef û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di meşê de hate ragihandin ku gefên li ser Rêber Ocalan, di heman demê de li ser hemû mirovahiyê ne.

Xelkê Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.

Bi kombûna gel ya li ber avahiya Şaredariya nehiya Sinûnê meş destpê kir. Di meşê de posterên Rêber Ocalan hatin hildan û bi dirûşmeyên ‘ Bê Serok Jiyan nabe’ hatin berz kirin. Meş heya çar rêya Mam Zekî dewam kir. Livir gel lihev kombûn û daxuyanî hatin dan.

Di serîde li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen axivî û da diyakirin ku ew wek civaka Êzidî derbasî 9. salvegera fermanê dibin û wiha axivî; “Gelê me bi saya fikrê rêber Apo îro liser axa xwe jiyan dike û gihiştiye vê astê.  Bi saya Rêber Ocalan civaka Êzidî ji qirkirinê rizagar bû, lazime em jî vê jibîr nekin û heya dawî li rêbertî xwedî derkevin.”

Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hiço jî di serîde gef û tecrîda li Îmraliyê şermezarakir û got: “Ev zêdetirî dû salin  tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev gumanan çêdike. Herî dawî  hate zanîn ku liser rêbertî xeterî heye û gefa jehrkirinê  li wî têkirin. Divê kes vê qebûl neke û hemû mirovahî li Rêber Apo xwedî derkevin.”

Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Sara Botan jî axivî û da diyakirin ku ew wek ciwanên Êzidî  gefên liser rêber Apo têne kirin, bi tu awayî qebûl nakin. Sara got ku îro dema şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalane û ji bo azadiyê mezinkirina têkoşînê ye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button