Koma Sitiya Nexşa bi xebatên xwe çanda kevnar a Êzidiyan diparêze

Koma Sitiya Nexşa ya jinên Êzidî ku navê xwe ji xwedawenda çand û hûnerê Sitiya Nexşa digre bi xebatên xwe yê hûnerî çanda civaka Êzidî diparêze.

Koma Sitiya Nexşa ku navê xwe ji xwedawenda çand û hûnerê Sitiya Nexşa digre, ev nêzî salek e ji bo parastina çand û hûnera jinên Êzîdxanê hatiye avakarin. Koma Sitiya Nexşa ya bi komên stran û dîlanê çanda civaka Êzidî diteyisîne û diparêze, klîbekê nû ya 5 dîlanên kevnar a Êzidiyan tê de cih digre weşand. Jinên ciwan ên Êzidî ku di klîbê de bi cil û bergên xwe yên gelerî cih girtin anîn ziman ku ew bi riya xebatên xwe çand û hûnera xwe diparêzin.

Çanda xwe nîşan didin û diparêzin

Nîdal Qasî yek ji endamên Sitiya Nexşa ye ku di koma dîlanê de cihê xwe derbarê xebatên xwe yê di nava komê de wiha got: “Ev nêzî 3 salane ez di çandê de cih digrim. Armanca me ew e ku em dîlanên xwe ên kevnar û cil û bergên me yê Êzîdiya bên parastin û naskirin. Armanc me ya vê kilîpê ewe ku ciwanan derbarê çanda kevnar a Êzidiyan de hişyar bikin. Me bi rêya vê kilîpê cihên kevnar û cihên pîroz ên Şengalê pêşan da. Hestek gelek xweşe komek me a xweser heye û me kilîpek derxist.  Ji bo pêşerojê jî pilanên me heye, em kilîpên nû bi dilîanên me yên kevnar û cûda cûda çêbikin. Gelek ciwanên me hene dîlanên me ên kevnar nizanin. Bi rêya van kilîpan em wan jî agahdar dikin. Armanca me ya bingehîn parastina çanda Êzîdayetiyê ye.”

‘Armanca kilibê ew e ku hemû kes li çanda xwe vegere’

Xezal Xêro ya endama dîlanê ya koma Sitya Nexşa  hestên xwe wiha anî ziman: “Ji 8’ê Adara îsal ve em li ser vê kilîpê kar dikin. Me 10 rojan pirove kir û piştî wê me dest bi kişandina klîbê kir. Ev klîp ji bo me gavekî mezin bû ji ber ku em weke komek jinên ciwan li hev kom bûn û di bin sîwana Sitiya nexşa de me kilîbek a govendê çêkir. Heta niha komên wiha di nava Şengalê de nebûn û bi rêya Sitiya Nexşa me pêş xist.”

Xezay Xêro bal kişand cilên gelerî yên di klîbê de hatiye li xwekirin û wiha got: “Cil û berg, govend hemû çanda Êzîdiyane. Me li cihên cûda yên Şengalê û bi taybet li cihên ku pîrozin me kilîpa xwe kişand ji bo ku her kes çanda Êzîdiyan bibîne. Berê niha tiştên wisa nebûn. Lê bi rêya şano û kilîban em dixwazin çanda xwe bidin nasandin. Ji ber çanda me ya kevnar gelek nedihat naskirin. Stranên kevin piraniya nifişê nû guhdar nakin. Di heman demê de dîlanên kevin nemane, yên ku mane jî fugurên wan hatine guhertin. Armanca me ji vê kilîbê ew e ku hemû kes li çanda xwe vegere.”

Xwedawenda çand û hûnerê: Sitiya Nexşa

Xezal Xêro bal kişand li ser navê komê ya Stiya Nexşa ku weke xwedawenda parastina çand û hûnerê di nav civaka Êzidî de tê nasîn û wiha got: “Beriya sedan sal jinekî bi navê Sitiya Nexşa hebû. Stran digot û nexiş çêdikir. Wê nexşên bi ta li ser paçan çêdikir di heman demê de li sazê dida û stran digot. Li piştî wê jinekî ku stran di got nebû. Piştî fermanê em jî her tiştî dikin da ku em hemû keda jin diyar bikin. Jina di dîrokê de çi bû wê niha jî wisa be. Bi taybet di dîroka Êzîdiyan de rolê jinê sereke bû.”

‘Parastina herî mezin naskirina çanda xwe ye’

Xezal Xêro ya bang li Êzidiyan kir, wiha got: “Xelkê me yê Êzîdî ku welat ber didin û koçber dibin em ji wan re dibêjin rêya xwe parastinê ne reva ji welat e. Parastina herî mezin tu çanda xwe jiyan bikî û biparêzî. Bi koçberiyê çand û ziman winda dibin.”

Xezal Xêro di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinên Êzidî piştî naskirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her warê de bihêz bûne û got: “Piştî ku fikrê Rêber Apo kete Şengalê, Şengal gelek pêş ket. Beriya ku fikrê Rêber Apo were Şengal me tiştek wisa ne dizanî û ne difikrî. Piştî fikrên wî herkesî li ser baweriya me lêkolîn kir. Lewra weke koma Sitiya Nexşa çi erk dikeve ser milê me emê bikin.”

  NÛJÎNH- HÊVÎ EZDA-Şengal

Show More
Back to top button