Xelkê Şengalê: Ya girîng em van hêzan rewa dibînin, ew nebînin jî pirsgirêk nîne 

Xelkê Şengalê li ser îdîayên serokê PDK’ê ên wekî, “Şengal ne arame, ewlekariya xwe nîne, hêzên li wir ne rewane” gotin; “Ya girîng ewe ku em hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê rewa dibînin, ew nebînin jî pirsgirêk nîne. Dibêjin, Şengal ne arame. Nexêr, Şengal ji herdemê aramtir û ewletire.”

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, di salvegera 7’an a fermana 74’an ya Şengalê de hêzên parastina Êzîdxanê YBŞ-YJŞ û Asayîş ku ji zarokên Êzîdiyan pêktên, weke komên ne rewa û derveyî qanûn binav kiribû û îdîakiribû ku vegera ji bo Şengalê ji ber hebûna van hêzane û ‘Şengal ne rewaye!’.

Ev îdîayên Mesûd Barzanî ji aliyê xelkê Şengalê ve rastî nerazîbûnên tund hat. Xelkê Şengalê dibêjin, ji derveyî YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê, baweriya wan bi ti hêzeke din a ji derve nayê û pêwîstiya wan jî pê nîne.

 

Stranbêjê Êzidî Hemo Şengalî yê ji gundê Borik, îdîayên li ser aramiya Şengalê weke helwesteke siyasî ya PDK’ê dibîne û dibêje: “Şengal aram e û ti pirsgirêk nîne. Ewlehiya me heye. Em ne muhtac in ku tu kes parastina me jî bike, ji ber hêzên me yên Asayîşê û YBŞ’ê li vir parastina herêmê dikin.”

Ji ber Şengal ne di kontrola wan de ye vê nîqaşê dikin’

Hemo Şengalî, li ser  hewldanên reşkirin û ne yasayî nîşandana hêzên Êzîdxanê (YBŞ-YJŞ û Asayîş) jî got: “Ji ber Şengal ne dibin kontrola van hêzan de ye, dibêjin hêzên li Şengalê ne yasayîne. Eger Şengal dibin kontrola wan de ba dê wisa ne gotiban.”‘Hêzên Parastina Şengalê li ber dilê me yasayî û rewa ne’

Hemo Şengalî dibêje, ne girînge ew rewatî bidin hêzên wan ên parastinê û wiha pêde diçe: “Ji bo me ya girîng ewe ku em van hêzan rewa û yasayî dibînin. Ji ber vê zêde ji bo me girîng nîne, ew van hêzan rewa bibînin anjî nebînin. Ji ber ku ev hêz ji fermanek çêbû , ji neheqiyek mezin çêbû. Ji ber vê ev hêz di dilê me de yasayî ye, rewa ye. Wan parastina me kiriye, wan cihên me azad kiriye. Di rojên zehmet, nexweş û kuştinê de ev hêz ji xîretê çêbûye. Wextê xîret bikeve nav milet de êdî dernakeve.”

 ‘Êzidî bi fikrê Serok Apo parastina xwe dikin’

Jina Êzidî Tewrê Xelef a ji gundê Borikê ye jî diyar kir ew xwe bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diparêzin û wiha axivî; “Çima hikumeta Iraqê vê hêzê qebûl nake. Heya niha jî hikumet ji me re tiştek nekir, hemû revîn.  Em Êzidî bi fikrê Serok Apo rabûne ser xwe, em jî parastina xwe dikin. Em careke din destûrê nadin fermanan û emê pêşî li fermanên nû bigirin.”‘Zarokên me parastina me dikin’

Tewrê Xelef bang li koçberên Şengalê yê li kampên Herêma Kurdistanê de niştecihbûne jî kir û ev peyam da: “Şengal gelekî xweş e. Zarokên me parastina me dikin, asayîşa me heye, YBŞ-YJŞ heye. Em gelekî dil rehet in, em bi dilrehetî dijîn.”‘PDK nikare siyaseta xwe bimeşîne’

Welatiyekî din ê Êzidî yê bi navê Sadûn Yûsif jî dibêje, eger hêzên parastina Şengalê li vir bimînin, ewê nekarin li gorî xwe siyasetê bikin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Baweriya me bi tu hêzên din nayê. Ev hêz di dema tengasiyê de hate avakirin.  Asayîşa Êzîdxan, YBŞ-YJŞ, ji keç û xortên Êzidiyan ava bû. Baweriya xelk bi wan tê.  Xelk dizane ku ev hêz canê xwe bide jî, wê ti carî terka axa xwe neke. Armanca PDK’ê ya ji van gotinan, ewe ku dest deyne ser destkeftiyên Şengalê û gel jî bide koçberkirine.”

ROJNEWS-ÊZDÎN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button