‘Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye’

Di demên dawî de li dijî van êrişan tê gotin ku hejmarek zêde ya hêzên Haşdî-Şabî li gelek deverên herêmê hatine bicihkirin.  Di derbarê vê tevgera dawî ya li herêmê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm axivî

Li Şengalê nêrazîbûnên li dijî peyaman Bexda û Hewlêrê ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatîbû îmzekirin, didomin. Piştî gefên Erdoğan jî li hemberî Herêma Kurdistanê û Şengalê tevgerek zêde ya leşkerî li Şengalê heye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm wiha got: “Bi taybetî jî li rojhilatê Şengalê bi hejmareke zêde li wir hatine bicihkirin. Ew jî dibêjin ku ji ber gefên Erdogan hatine. Lê em baweriya xwe bi kesî naynin.”

Cîgirê Hevserokatiya MXDŞ’ê Heso Îbrahîm anî ziman ku li herêmê li dijî êrişan amadekariyek heye û wiha got: “Li Şengalê sedema tevgera dawî ew e ku ew fermana ku DAIŞ’ê nîvco hiştiye, Erdogan û PDK dixwazin bi destê hêzên  xwe temam bikin. Niha li Şengalê hêzên Haşdî-Şabî  bi hejmarek zêde veguhezandine herêmê. Bi taybetî jî li rojhilatê Şengalê bi hejmareke zêde li wir hatine bicihkirin. Ew jî dibêjin ku ji ber gefên Erdogan hatine. Em baweriya xwe bi kesî naynin. Haşdî-Şabî karibe çi bike, çi neke em nikarin baweriya xwe zêde pê bînin. Dibe ku armanceka wan jî hebe, em nizanin. Ew dibêjin ‘heger êrişek çê bibe em ê şer bikin.’ Lê em baweriya xwe tenê bi xwe û hêzên xwe tînin. Dibe ku ew şer bikin û me jî biparêzin, lê em tenê baweriya xwe bi hêzên xwe tînin.”

Heso Îbrahîm destnîşan kir ku li gel gefên Tirkiyeyê li herêmê pêvajoyeke nû dest pê kir û wiha got: “Ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve Şengal ev çend sal in tê hedef girtin. Tirkiye dijminê bav û kalên me yên dîrokî ye. Dijmineke sedsalane ye. Tirkiye dixwaze ku hebûna tevahî Kurdistanê û civaka me ya êzidî bi temamî rake. Dixwaze koka kurd û êzidîbûnê ji holê rake. Dixwaze ku sînorê xwe vegerîne salên 1920’an. Dixwaze pêkanînên dewleta Osmanî pêk bîne. Bêgûman piştî hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Iraqê re tevgera çeteyên  DAIŞ’ê ya  li herêmê zêde bûye. Diyare ku Tirkiye û DAIŞ bêyî hevdu tevnagerin.”

Heso Îbrahîm, di dawiyê de bang li raya giştî ya navdewletî kir ku rê nedin Tirkiyeyê û got: “Banga me ji tevahiya mirovahiyê re ew e ku li bext û wîjdana xwe xwedî derbikevin. Civakeke weke civaka êzidî bila destê vî dijminê hov de nehêlin. Bila rê li ber dewleta Tirkiyeyê bigirin ku nikaribe bikeve Şengalê. Em ji civaka xwe rîca dikin ku baweriyê ji xeynî hêzên xwe bi tu hêzên dîn neyine.”

ÇAVKANÎ; AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button