‘Şengala azad bi fikrên Rêber Ocalan gengaz e’

Îro bi sedan şêniyên me di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî ku dijî Rêberê Gelên Bindest Adullah Ocalan hatiye pêkanîn de, meşek lidar xist û ev peyam dan: “Şengalek azad wê encax bi fikrên Rêber Ocalan ava bibe. Lewma divê ji her kesî zêdetir gelê Êzidi xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve”

 

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxistin, ji deriyê serekê yê bajaroka Sinûnê destpê kir û heya çarxêrêya bajarokê dom kir.

Di meşa ku nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzidî û bi sedan kes beşdar bûn de, posterên Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên ji bo azadiya Rêzdar Ocalan hatin berzkirin.

Piştî meşê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hiço li ser navê girseyê daxuyanî xwend.

Piştî daxuyaniyê jî li ser navê sazî û rêxistinên Şengalê jî axaftin hatin kirin û komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin.

Rihan Xidir di derbarê meşê de wiha nêrînên xwe parve kir: “Em weke gelê Şengalê îro ji bo Rêberê xwe dimeşin. Em vê rojê şermezar dikin û heta em rêberê xwe ji Girava Îmraliyê dernexînin em ê ranewestin.”

Hezar Mendo jî helwestên xwe wiha anî ziman:”Ji bo fikrê wî asteng û sînordar bikin Rêberê me xistin girtigehê. Loma bi milyonan kes îro li ser piya ne û ji bo Rêber Apo têkoşîn dikin. Rêber Apo dibe wek fizikî girtî be lê dil û mejiyê wî azad e loma em li pey doza wî ne em ê rêberê xwe ji bindestiya dijminan rizgar bikin. Çi ji me were xwestin em ê bikin.

Meyan Nasir jî bi heman şeêweyî nêrîna xwe parve kir û da diyarkirin ku ew ê tu caran rê nedin ku dijmin li ser Rêberê wan tecrîdê bidin meşandin û di dawî de da diyar kir ku ger xelasiya civakê û cihanê hebe wê bi Abdullah Ocalan be.

Berfirehiya daxwuyaniyê wiha ye;

“Di pêvajoyekî ku Rojhilata navîn qeyranên siyasî, civakî û çandî bi giranî berdewan dikin de, fikir û felsefeya Rêber Apo weke findekê jiyana tevahî gelên bindest ronî kir. Pergala desthilatdar a kapîtalist dixwest hemû çand û baweriyên ku koka civaka xwezayî temsîl dikin tine bike û bi vî şewazî hebûna xwe bidomîne. Bi taybet dewletên Ewropayî û Rojavayî dixwestin bi mudaxeleya Rojhilata Navîn, xilaskirina netewên ku li hember pergalê li berxwe didin û çanda xwe diparêzin hedef girtin. Lê Rêbertî bi fikir, raman, ked û tekoşîna xwe ya mezin rê li pêşiya vê qirkirin û tinêbûnê girt, li hember berjewendiyên wan bû kelem. Bi taybet nêrînên ji bo azadiya jinan ji bo fikrên qirêj yên desthilatdariya mêr wekî xençerekî bû. Ji ber ku desthilatdariyê dixwest jiyanê û civakê di şexsê jinê de perçe bike. Ji bo vê jî kîn û acizbûnek pir mezin a serdestan li hember Rêbertî çêbû. Li ser vî esasî komploya navnetewî hat çêkirin. Wan wisa hesab kir ku bi dilgirtina Rêbertî re ewê ser bikevin. Lê ev 22 salin di bin şert û mercên pir zehmet de, di bin îşkenceyên derunî û fizîkî de Rêbertî bi fikrên xwe bi ronahiya xwe Rojhilata Navîn her biriqand. Hem keda Rêbertî hem berxwedana gel û hem ji çalakiyên gerîla ev komploya bi bin xistin û kesên bi fikrên azadiyê hatin xemilandin li derdora Rêbertî xelekeke ji agir çêkirin. Diruşmeyên kes nikarê roja me tarî bike û bê serok jiyan nabe bersîva herî mezin a li hemberî komployê ye.

Deshilatdar û taybet dewleta Tirk niha jî dixwaze vê komployê bi şêwazên cuda berdewan bikin û di vê çarçoveyê de bi nêzîkbûna salvegera 22’an berê xwe dan herêmên Başûrê Kurdistan û garê lê dewleta Trik rastî berxwedaniyek bê hempa a gerîla hat, di herçar parçeyên Kurdistanê de ji roja despêka kompiloyê heya roja îro li ber xwe didin.  Civaka Êzidî a kevnar ku di dîrokê de gelek zilm ji destê dewleta Osmanî dîtiya herî dawî bi fermana 74’an ve dixwestin planên qirêj yên nîvço mayî li ser Rojhilata Navîn û gelên bindest temam bikin. Rêbertî girîngiyekî mezin dide civaka me ya Êzidî. Ji bo pêşî girtina fermanê şervanên ku bi fikir û ramanên Rêbertî mezin bûne hatin hewara me û carek din nehiştin ku ew hesabên plangeriyên qirej serbikevin. Ger ku em weke civak hebûna xwe berdewam dikin û em bûne xwedî parastin, nêrîn, îrade û rêxistin ev jî bi saya Rêbertiya azad e.

Gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk a li ser Şengalê jî em ji kompiloya 15’ê Sibata 1999’an qut nabînin. Çawa wê demê xwestin bi dîlgirtina rêber APO rê li ber azadiya gelan bigirin niha jî heman tiştî dixwazin. Dixwazin bi gef û êrîşên li ser Şengal û rêxistina Êzidiyan kompiloyê bibin serî.

Ger em wek civak naxwazin carek din bi fermanan re rû bi rû bimînin divê em xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî rêxistin bikin. Ji ber ku rêya xweserî, xwebûn û serkeftinê rêya xwedîderketina Rêber Apo ye. Ji her kesî zêdetir divê gelê Êzidi xwedî li Rêbertiya xwe der bikeve. Li ser dirûşmeya azadiya Rêber Apo, azadiya Êzidxanê ye, divê em kar bikin. Şengalekî azad wê encax bi fikrê Rêbertî ava bibe û em dibêjin bi xweseriya Şengalê dîwarê Îmarliyê emê hilweşînin.”

ÇAVKANÎ; ŞENGAL-ROJNEWS-JİNNEWS

Show More
Back to top button