Berxwedana xelkê me didome

Çalakiya xelkê me ya bi daxwaziya naskirina statûya şengalê û destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 63’an de bi biryardariyek mezin berdewam dike

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de ji bo naskirina statuya Şengalê li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 63’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve tê domandin.

Xelkê me diyarkir ku divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin.

Xelkê me rojane kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê me dibêjin ku heya daxwazên wan bicih neyên ewê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Show More
Back to top button