Geliyê Şehîdan ê Barê; cihê parastin û berxwedanê

Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê, li kêleka komkujiyan cihên pîroz ên êzidiyan jî kirin hedÊzidî xwedî bîr û baweriyeke kevnar in lê bi berdewamî rastî ferman û êrişan hatine. Di hemû êrişan de çanda kevnar a êzidiyan hatiye hedegirtin û xwestiye ola wan nemîne. Li kêleka qetilkirin, revandin û îşkenceyê, cihên dîrokî û pîroziyên êzidiyan jî hatine hedefgirtin.

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de jî, hovîtiya li hemberî pîroziyên êzidiyan dubare bû. Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de bi giştî 68 cihên pîroz ê êzidiyan ji aliyê çeteyan ve hatin rûxandin. Ji ber ku qubeyên êzidiyan li quntara çiyayê Şengalê bûn, li derdora hemû qubeyan, êzidî li hev kom dibûn û xwestin cihên xwe yên pîroz biparêzin. Êzidiyan bi piştgiriya gerîlayên PKK’ê karîbû çiyayê Şengalê li gel cihên pîroz biparêzin. Lê ji ber ku hin ji wan cihên pîroz li herêmên stratejîk bûn, çeteyan bi hêzeke mezin xwe gihandê û teqandin.  Ji van qubeyan yek jî ya Siwarê Gêdûkê ye ku dikeve raserî gundê Barê ku hate teqandin. 

BERXWEDANA GELIYÊ ŞÎLO Û QUBA SIWARÊ GÊDÛKÊ

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Şengal xist bin kontrola xwe, piştî wê dest bi teqandina cihên pîroz û dîrokî kir. Bi heman armancê berê xwe didin Geliyê Şîlo û derbasî gundê Barê dibin. Êzidî û bi taybetî eşîra Simoqiyan, li gel hejmareke kêm a gerîlayên PKK’ê mewziyên xwe li hemberî çeteyan çêdikin û parastina herêmê dikin. Du caran çeteyên DAIŞ’ê dixwazin xwe bigihînin qubê, lê ji ber berxwedana li vir tê kirin, çete bi paş de vedigerin.

Li ser berxwedana li Barê, welatiyê bi navê Îskan Elî ku bi xwe demekê li Barê maye, dibêje: “Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş kir, me bawer nedikir ku ji her kesî zêdetir li ser gelê êzidî fermana giran rakin. Ji ber ku beriya hatina DAIŞ’ê, dihate gotin ku çete tenê li pey artêşê û hikumetê digerin. Beşeke gel bi van gotinan bawer kir. Lê dema DAIŞ’ê êriş kir, ji bilî kuştinê cihên me yên dîrokî û pîroz jî kirin hedef û teqandin. Li Barê eşîra Simoqiyan herî zêde kom bûn û ji bo ku xwe ji çeteyan biparêzin, li wir bi cih bûn. Ji ber ku ev der cihekî stratejîk e; 3 rêyên sereke ji aliyê başûr, bakur û rojava ve derbasî Barê dibin. Parastina Barê zehmet bû. Gelek caran çeteyan êriş dikir, lê êrişa wan dihate şikandin.” 

‘ARMANC TUNEKIRINA DÎROKA ÊZIDIYAN BÛ’

Piştî fermanê bi demeke kurt, êdî çeteyên DAIŞ’ê bi hêzeke mezin dikevin Barê û xwe digihînin Quba Siwarê Gêdûkê û diteqînin.

Îskan Elî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê gelek komkujî pêk anîn û hedefa wan ne tenê qirkirina êzidiyan bû. Elî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek pîroziyên me kirin hedef û dema digihaştin cihên me yên pîroz, yekser diteqandin. Em dizanin ku ne tenê DAIŞ’ê ev yek dikir, hevkarên wan yên derdora me jî hebûn û ji wan re dibûn alîkar. Gelek kes hebûn, bi dehan caran serdana van mezargehên me kiribûn û nan û ava me xwarin û vexwarin, lê dema çeteyan êriş kir, ew jî bûn hevkarên çeteyan û gelek tehde li me kirin.”

TEVGERA TOLHILDANÊ Û ‘GELIYÊ ŞEHÎDAN’

Piştî teqandina qubê, li dijî çeteyan hêzên HPG, YJA Star û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), operasyona rizgarkirinê didin destpêkirin û di operasyona 13’ê Mijdara 2014’an de, herêma Barê ya ji 3 gundan pêk tê û girên wê ji çeteyan hatin paqijkirin. Ev derbe jî, ji bo tolhildana teqandina Quba Siwarê Gêdûkê bû. Piştî rizgarkirinê di sala 2019’an de, qube ji aliyê şervanên YBŞ’ê ve ji nû ve hate çêkirin.

Îskan Elî bi van gotinan balê dikişîne ser berxwedana gerîla û êzidiyan a li hemberî çeteyan: “Piştî ku PKK’ê xwe gihand Barê, berxwedan bi pêş ket û ewlehiya herêmê pêk hat. Di demeke kurt de, Barê ji çeteyan hate paqijkirin. Lê heya ku ev der hatin paqijkirin, gelek kes şehîd ketin û wan şehîdan axa me ji çeteyan re nehişt.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema rizgarkirina gundê Barê de, gelek şervan û gerîla şehîd ketin. Ji ber dilsoziya gelê herêmê ji van şehîdan re, navê ‘Geliyê Barê’ hate guhartin û bû ‘Geliyê Şehîdan’.

ANHA

ÊZDÎN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button