Yekem pêngava Komkujiya Êzidiyan: Dagirkirina Musilê

Beriya niha 8 salan çeteyên DAIŞ’ê Musilê dagirkirin û Iraqê jî bajêr terikand. Dagirkirina Musilê ne tenê ketina Iraqê bû, dagirkirina Musilê ku berê hatibû plankirin, derî li ber komkujiya Êzidiyan vekir.

Di 10’ê Hezîrana 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Rojavayê Musilê ve êrişî Musil kirin û di nava çend rojan de Musil bi temamî hate dagirkirin. Hemû hêzên Iraq yên li Musil derketin û hemû cebilxaneyên xwe jî li bajêr hiştin. Beşek zêde xelkê Musil neçar ma koçî herêmên din ên Iraq û Kurdistanê bibin.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî salek dagirkirina Musilê di 10’ê Hezîrana 2015’an de yanî di 2’emîn salvegera dagirkirina Musilê de, peyamek bi dîmen li ser dagikirina Musilê belavkiribûn. Çeteyan gotibûn, wana tenê bi 400 çeteyan karîn seranserê Musilê bixin bin kontrola xwe de.

Çeteyên DAIŞ’ê di 26’ê Hezîrana 2014’an de li li herêmên dagirkirî yên Iraq û Suriyeyê xelîfeta xwe ragihandin û Ebubekir Bexdadî jî weke xelîfeyê xwe diyarkirin.

Musil çawa hat dagirkirin?

Di 10’ê Hezîrana 2014’an de piştî 5 rojan şerê di navbera çete û hêzên ser bi fermandariya 2 ya Supa û Polîsên Federal de, çeteyên DAIŞ’ê karîn dest danin ser Musilê. Nêzî 50 hezar leşker û endamên hêzên Iraqê şer nekirin û çeperên şer berdan. Beşek ji fermandarên leşkerî yên Iraqê jî cil û bergên xwe guhertin û tevlî xelkê sivîl bûn û reviyan.

Bi ketina Musilê re di navbera berpirsên wê serdema Iraqê ku bi serokatiya Nurî Malikî bû, nakokiyên siyasî derketin. Berpirsan hev dû bi bêxemiyê binavkirin. Serokê wê demê yê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî diyarkir ku bûyer bi destê derve pêkhatiye. Nurî Malikî jî waliyê Musilê bi xiyanetê tometbaran kir.

Dagirkirina Musilê deriyê gelek bajar û navçeyên din yên Iraqê jî ji dagirkirinê re vekir. DAIŞ’ê ji şikestina leşkerî ya artêşa Iraqê û bi şerek derûnî karî gelek cihên din bidest bixe. Çeteyan parêzgeha Selahedîn û Enbarê jî dagirkirin. Li aliyek din herêmek zêde li rojava û Başûrê Kerkûkê jî dagirkirin û piştre berê xwe dan Herêma Kurdistanê jî.

Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê di 3 Tebaxê de berê xwe dan Şengalê, bi hezaran çekdarên PDK’ê bê ku guleyek biteqînin Şengalê radestî çeteyan kirin û Êzidiyan ji DAIŞ’ê re hêlan. DAIŞ’ê li Şengalê komkujiya 74’an pêkanî, ji bilî kuştina hezaran Êzidî, zêdetirî 5 hezar keç û jinên Êzidî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Lê di demek zû de gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê û şervanên YPG-YPJ’ê bi hewara Şengalê hatin û Êzidiyan ji komkujiyek mezin û tinekirinê rizgarkirin.

Herwiha çete nêzî Hewlêrê jî bûn, Mexmûr û bajarokê Guwêre jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin. PDK’ê êdî nekarî Herêma Kurdistanê biparêze û hewara xwe gihand gerîlayên PKK’ê.

Piştî rojek dagirkirina Mexmûrê (9 Tebax 2014’an) gerîlayên azadiyê xwe gihandin Mexmûr û parastina Mexmûr û Hewlêrê kirin. Gerîla ji bo parastina Kurdistanê hêzek şand Başûrê Kurdistanê û heya 16’ê Cotmeha 2017’an li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina Başûrê Kurdistan bi taybet jî Kerkûkê man.

Piştperdeya dagirkirina Musil û Şengalê

Gelek kesan agahiya wan ji serîhildana çeteyên DAIŞ’ê hebûn, di gotin PDK, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê li Qeterê civiyane û plana êrişê jî danîne.

Aktivîstê siyasî Netewî Xemgîn di sala 2014’an de bi gerîlayên azadiyê re bi hewara xelê Şengalê çûbû. Di sala 2016’an de di hevpeyvînek xwe a bi Rojnewsê re gotibû; “Beriya 2 rojan ji êrişa DAIŞ ya ser Şengalê, berpirsê Leqa 17 ya PDK’ê Serbest Bapîr ji wan re gotiye ‘Ferman ji mere hatiye ku em şer nekin û vekişin’. Xelkê Êzidî rê li çekdarên PDK’ê girtin ku nerevin û wan biparêzin, lê pêşmergeyên PDK’ê bê ku guleyek dijî DAIŞ’ê biteqînin, reviyan.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker jî di bin navê şerê dijî DAIŞ’ê de, di sala 2015’an de baregehek leşkerî li Beşîkayê avakir û hîn jî ev baregeh liwire. Hêjayî gotinê ye ji wê rojê ve di nava baregeha Beşîka de bi sedan çekdarên Tirkmen, Ereb û Sine hatine perwerdekirin. Ji bilî wê artêşa Tirk ji Beşîkayê gelek êrişên hewayî dijî civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê bikaraniye. Heya niha di êrişan de gelek pêşengên civaka Êzidî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine şehîdxistin.

Di 26’ê Hezîrana 2017’an de Artêşa Iraqê bi fermî kontrolkirina parêzgeha Musilê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Rojnews-Navenda Nûçeyan

Show More
Back to top button