Kerbela û Şengal: 2 ferman 2 berxwedan 

Ji Muawiye heya DAIŞ’ê 1300 sal in şûrê fermanê her li ba ye. Li Kerbelayê artêşa Yezîd jin û zarokan ji xwe re kirin kole û birin Şamê, DAIŞ’ê jî li Mûsil û Reqayê bazara koleyan danî. Di 2014’an de bîranînên Kerbelayê bi fermana Şengalê re bû yek, civaka Êzidî û Şîa Şengalê bi hev re parastin û rizgar kirin.

Dema behsa komkujî û fermanan tê kirin, navê 2 bajaran herî zêde tê bîra mirov; Kerbela û Şengal. Di sala 680’an de li Kerbelayê, Îmam Huseyîn û malbata wî ji aliye xelifeyê Emewiyan Yezîd ve hate dorpêçkirin. Ji bo teslîm bibin tî û birçî hatin hiştin, ev jî têr nekir Îmam Huseyîn û hevalbendên wî, gelek ji wan serê wan hate jêkirin û bajar bi bajar hate gerandin. Jin û zarok jî wekî kole hatin desteserkirin û ew birin paytexta xîlafetê, Şamê.

Di 2014’an de, vê carê DAIŞ’ê Şengalê dorpêç kir. Her kesekî ku ne li ser fikrê wî be “kafir” bû û qetla kafiran li gorî wan xêr bû. Di fermana 2014’an de li gel Êzidiyan cemaeta Şîa ya li Şengalê jî rastî qirkirinê hat, cihên wan ên pîroz hatin rûxandin, bi dehezaran Şîa ji Başîka, Telafer û Şengalê heya Necef û Kerbelayê meşiyan.

Li Kerbeleya Yezîd, li Şengalê Bexdadî

Dema DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, cihên pîroz ên Şîayên Şengalê jî rûxandin ku yek ji wan tirba Seyide Zeyneb el Soxra ye. Ev tirba pîroz ku raserî navenda Şengala kevn e, fermanên Kerbelayê û Şengalê jî digihîne hev. Dema Îmam Huseyîn, malbat û hevalbendên wî li Kerbelayê şehîd bûn, artêşa xîlafetê jin û zarokan wekî kole ji xwe re anîn. Çawa ku DAIŞ’ê di 2014’an de bi fermana Ebubekîr el Bexdadî heman tişt dubare kir.

Keça Zeynel Abîdîn Zeyneb

Dema li Kerbelayê jin û zarokan desteser dikin dixwazin wan bibin Şamê. Destpêkê ew tînin Mûsilê û ji ser Şengalê dibin Şamê. Cihê ku niha tirba Seyîde Zeyneb lê ye, wê demê dêreke Mesihiyan e. Ji Şîayên Şengalê, çalakvanê medenî Sedam Ebdila Elî berdewama çîrokê ji me re dibêje: ‘’Di nav jin û zarokên desteserkirî de, keça Zeynel Abîdîn Zeyneb jî heye. Wekî tê zanîn Zeynel Abîdîn kurê Hz. Elî ye. Zeyneb li vê derê bi emre xwedê dike û li vir gor dikin. Hemû Şîayên Iraqê û yên cîhanê niha tên serdana vê derê.’’

‘Hemû baweriyên Şengalê wekî eşîrek bûn’

Sedam Ebdila her wiha da zanîn ku beriya fermanê cihê tirbê avahiyeke qedîm bûye, bi destê DAIŞ’ê hatiye rûxandin û piştî Şengal ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, tirb ji nû ve hatiye avakirin. Sedam Ebdila rewşa Şengalê ya beriya fermanê jî wiha tarif dike: “Beriya DAIŞ’ê filleh, misilman, Êzidî, hemû ol û bawerî li Şengalê hebûn. Kes nedigot ev Êzidî ye, Şîa ye, Mesîhî ye… Hemû bi hev re wek eşîrek bûn. Înşallah ew biratî wê car din li Şengalê vegere.’’

Di dema fermanê de tenê mizgeftek Şîayên Şengalê heye ku ew jî li navenda bajêr e û DAIŞ’ê ev mizgeft jî hildiweşîne. Sedam Ebdila, li ser kavilê vê mizgeftê bi dilgiranî behs dike: “Me digot Mizgefta Huseynî, hemû merasîm û cejnên me li vê derê dihate pîrozkirin. Piştî Seyîde Zeynep rûxandin, hatin vê derê jî rûxandin. Di fermanê de cihên pîroz ên Şîa û Êzidiyan rûxandin. Heta mezargeh û gorên me xira kirin.’’

Şîa jî bere xwe didin Çiyayê Şengalê

Di fermanê de Çiyayê Şengalê hembêza xwe ne tenê ji Êzidiyan re, ji Şîayan re jî vedike. Sedam Ebdila wiha behsa wan rojan dike: “Em wekî malbat derketin, ji ser lofa re me xwest em xwe bigihînin çiyê. Cemaetê me yê Başîka ji Til Benat lêdan xwe gihandin çiya.  Heya ji Başîka xwe gihandin Çilmêra gelek ji wan an hatin kuştin an jî ji tî û birçîna mirin. Hemû nekarîn xwe bigihînin çiyê.”

‘Şervan hatin û bi rihê xwe rê vekirin’

Dema xwe digihînin Çiyayê Şengalê, xwe ji mirinê hinek dûr dixin lê ne av ne jî xwarin têrî bi sedhezaran nedikir. Wê demê şervanên YPG-YPJ’ê ji bo rizgarkirina wan korîdor vedikin ku Sedam Ebdila wiha bibîrtîne: “Dema em li çiya bûn, gerîlayeke jin ji me re gotibû me rê vekiriye, hun dikarin xwe xilas bikin. Di wê rê de însan bûbûn wekî axê, eger ew rê veneba û ew însan hemû li çiya bimana, di nav hefteyek de emê bê şer bimrana. Hatin û bi rihê xwe rê vekirin.’’

Beşek ji Şîayan, di dema fermanê de heya Necef û Kerbelayê meşiyan. Bi vê meşê re ji Kerbelayê heya Şengalê dîroka ferman û berxwedanan gihandin hev. Piştî rizgarbûna Şengalê, Sedam Ebdila û malbata wî jî di nav de beşek ji Şîayan vegeriyane Şengalê.

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button