MXDŞ: Berxwedana gerîla berxwedana li hemberî faşîzmê ye 

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) piştgirî da berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û ragihand ku armanca êrişan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Li Şengalê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 17’ê Nîsanê ve bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam dike daxuyanî da. Daxuyanî li ber Meclîsa Gel hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin. Endamên saziyên Şengalê jî tevlî bûn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

‘Armanca êrişên wan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye’

“Îro li her derê cîhanê bi dirûşmeya ‘Kurdistanê Biparêze, Şoreşê Biparêze’ hemû mirovahî li ser piyan e. Armanca esasî ya van çalakiyan jî rêgirtina ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e. Wekî tê zanîn dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Nîsanê de li hemberî gerîlayên azadiyê dest bi êrişeke nû ya qirkirinê kir. Ev nêzî 2 meh in ku artêşa dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê çekên kimyewî yên qedexekirî jî di nav de Başûrê Kurdistanê bê navber bombebaran û topbaran dike. Em baş dizanin ku ev êriş ne tenê li hemberî gerîlayên PKK’ê ye, hedefa esasî ya dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye ku dixwazin Osmaniya Nû car din li herêmê ava bikin.

‘Berxwedaniya gerîla berxwedana li hemberî faşîzmê ye’

Berxwedana gerîla ya lî hemberî dewleta Tirk a dagirker jî berxwedana hemû gelen Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Îro li cîhanê dewleta Tirk û dîktator Erdogan faşîzmê temsîl dikin, dixwazin faşîzmê car din li cîhanê zindî bikin. Berxwedana gerîla jî berxwedana li hemberî faşîzmê ye. Gerîlayên PKK’ê ne tenê parastina Kurdistanê û gelê Kurd dikin, gerîlayên azadiyê hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê diparêze. Ji ber vê heqîqetê ye ku îro hemû mirovahî ji bo vê berxwedanê li ser piyan e.

Em wekî civaka Êzidî û gelen Şengalê faşîzmê û qirkirinê baş nas dikin. Kî faşist û dîktator e, kî azadîxwaz e me di fermana 2014’an de baş nas kir. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê civaka Êzidî kir, artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê bazdan lê gerîlayên azadiyê bi hawara me ve hatin. Ji xwe, piştî di 17’ê Nîsanê de li Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên dewleta Tirk destpêkir, di 18’ê Nîsanê de jî artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî êrişê Şengalê kir. Her çiqas artêşa Iraqê ev êrîş kiribe jî, dewleta tirk û PDK li pey van êrîşan e. Êrîşê li ser Şengalê jî parçeyek ji êrîşên dagirkeriyê ye.

‘Dewleta Tirk êrîşî piştevana Şengal Şoreşa Rojava dike’

Dewleta Tirk a dagirker ku li beramberî gerîlayên azadiyê biserneket vê carê jî bere xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk dixwaze Şoreşa Rojavayê ku ji hemû mirovahiyê re bûye çavkaniya azadiyê, tune bike. Em wekî civaka Êzidî tu carî ji bîr nakin ku di fermana 2014’an de şervanên Rojavayê Kurdistanê çawa bi hawara me ve hatin. Bi sedhezaran Êzidî di fermanê de xwe spartin Rojavayê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker li hem dixwaze Şoreşa rojava tune bike hem jî Êzidiyên li Rojava. Piştî dagirkirina Efrînê bi dehezaran Êzidî xwe li Şehbayê bicih dikin û îro dewleta Tirk careke din êrîşê Êzidiyan dike.

‘Bi hevkariya PDK û piştgiriya hikûmeta Kazimî êrîş dikin”

Êrîşên li ser gerîlayên azadiyê, êrîşên li ser Şengalê û Rojavayê Kurdistanê girêdayî hev in. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hikumeta Kazimî êrîşên qirkirinê li ser Kurdistanê û civaka Êzidî dimeşîne. Eger ev hemû êrîş girêdayî hev in, lazim e berxwedana me jî bibe yek. Em jî wekî civaka Êzidî û gelen Şengalê dibêjin ku emê bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Çi dibe bila bibe emê Şengalê jî Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin. Û em dibêjin dilê me li Zap, Metîna û Avaşînê bi şagirtên Rêber Abdullah Ocalan re ye ku em ji fermanê xilas kirin û deriyê jiyana azad li me vekirin.”

Daxwuyanî bi dirûşmên, “Bimre dagirkerî û îxanet”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Berxwedana Rojava”  û “Bijî Berxwedana Gerîlayên Azadiyê” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button