‘Em ti carî li hemberî dijmin serî natewînin’

Îro saet derdora 14:00’an de, balafira bêmirov a biçek (SİHA) ya Tirk,  li komelgeha Xanesorê ya Şengalê di roja yekemîn a rojiya Êzî de li wesayîteke sivîl xist.

Hate zanîn wesayîta ku hatiye armanckirin, ya Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ye. Dema êrîşê, du zarokên wî jî le gel bûne. Di encama êrîşa dewleta tirk de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda hate şehîd xistin. Her du zarokên wî yên ku di seyareyê de bûn jî, ji aliyê welatiyên derdor ve ji seyareya ku şewitî hatin rizgarkirin.

Şêniyên ku dema dengê lêdanê bihistin berê xwe dan cihê bûyerê. Yek ji ciwanên Êzdî Elî Xeyrî ku li cihê bûyerê amade bû ji Radyo me re peyîvî got: “em ti carî li hemberî dagirkeriya ku bi hevkariya KDP û Îraqê li ser Şingalê tê meşandin serî natewînin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û ti carî qebûl nakin lazime em weke ciwanên Êzîdî li hemberî van êrîşan rabin. Ger Îro em hesab nexwezin wê her roj êrîşên xwe berdewam bike. Her roj siyasetekê li ser me didin meşandin û şevê din jî xwest bi çend seyaran malbatên çeteyên DAÎŞÊ ji Qampa Holê li ser Şingalê re derbas bikin. Ev siyaseta ku îro didin meşandin tenê li ser Şingalê li ser her civaka ku xwe pêş de dibe êrîşî wan û destkeftiyên wan dike. Bist û çar seetan balefirên dewleta Tirk li ser esmanê Şingalê digerin.”

Ciwanê bi navê Reşo Xidir Hemo diyar kir û got: “îro seet 2’an de dîsa balefirên dewleta Tirk seyareyek sivilan kir hedef. Miletê Êzîdî dîsa dike hedef. Ji derveyî zarokan û miletê Êzîdî ti kes din li vir nebû. Ev riya ku seyare kiriye hedef jî di nav gund de ye. Sivil di vir de diçun û dihatin, zarok di vir de diçûn dibistanê û dihatin. Dewleta Îraqê li hemberî van êrîşan suçdar in. Em hesebê van êrîşan ji dewleta Îraqê dixwazin. Ger Dewleta Îraqê bixweze dikare  li hemberî van êrîşan biger  ku îro balefirên dewleta Tirk li seyareyekê dan ku tê zarok jî hebûn. Her carê seyareyek medenî dikin hedef, gelkê Êzîdî dikin hedef. Em vê ji dewleta Îraqê dipirsin gelo sedemê van êrîşan çi ye, çima li hemberî van êrîşan bêdeng e. Îraq bi van êrîşan re hevkar e.

Reşo di dawiya axaftina xwe de bang kir û got: “ Gelê Êzîdî li kijan welatî û li kijan dewletê be divê li hemberî van êrîşan rabin ser xwe û bêdeng nemine. Ma heya kengê wê civaka Êzîdî û zarokên vê civakê dikin hedef. Êdî bes e, 74 ferman li ser vê civakê hatin.  Bes e êdî ma wê heya kengê miletê Êzîdî bê hedefgirtin.”

Jina ciwan a bi navê Zînê jî wiha hêrsa xwe bi riya Radyo me anî ziman û got: “Îro dîsa seyareyek medenî di nav malan de bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Bi êrîşên xwe dixwazin aramiya Şingalê xira bikin. Îro balefirên dewleta Tirk a dagirker û qirker li ser raserî esmanî Îraqê êrîşî me dike, civaka sivil dike hedef. Bes e êdî, lazime gel li hemberî van êrîşan rabe li hemberî vê dagirkerî û êrîşan bisekîne. Em tişekî naxwazin em dixwazin li Şingalê li ser axa xwe bi aman jiyan bikin.

Radyo Çira Şingalê

Show More
Back to top button