Alîkarî bi zarokên sêwî hate kirin

Komeleya Alîkariya Qubaniyên Ceng Hêvî ku kar û xebatên xwe li Başûrê Kurdistanê di meşîne serdana Şengalê kir. Komeleyê alîkarî bi zarokên di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê sêwî mane re kir

Komeleya Alîkariya Qubaniyên Ceng Hêvî alîkariya ku ji cil, pênûs, lênûs, çanta û leyîstokên zarokan pêkdihat, bi rêya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi ser zarokên sêwî de belav kir.

Di derbarê mijarê de Endama Komeleya Alîkariya Qubaniyên Ceng Hêvî Rebîa Ebas Qasim ji Rojnews’ê re got; “Gelek keyfxweşîn ku em niha li Şengalê ne. Şengal birîneke mezine di dilê me de û sar jî nabe. Hêviya me hemû ew e ku çi ji destê me tê ji bo em birînên Şengalê kêm bikin, em kar dikin û em ê kar bikin. Em weke saziya Hêvî ji bo alîkariya qûrbaniyên şer, bi alîkariya hevrê û dostên xwe yên ji derveyî welat, me hinek alîkarî kom kiriye ji bo qurbaniyên Şengalê. Em dizanîn ev ne alîkariyek mezine, lê bi vê alîkariya xwe ya biçûk, me xwest em bi dil û giyan xizmeta gelê xwe yê Şengalê bikin.”

Rêveberiya Tevna Arîkariya Jinên Êzidî jî Riham Hesen destxweşiya xwe ji bo Komela Hêvî kir ku îro serdana wan kiriye û wiha got: “Em gelek sipasiya Komela Hêvî dikin. Bi vê alîkariya xwe karîn ji bo zarokên bê dayîk û bav mayîn, dilsoziya xwe bi me re parve bikin. Em bi hêvîne ji bo gelê xwe yên ku dibin qurbaniyên şer, em her du sazî jî dê ji niha û pêde bi hev re kar bikin.”

ÇAVKANÎ: LEYLA LORÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Rêveberiya Tevna Arîkariya Jinên Êzidî jî Riham Hesen

Endama Komeleya Alîkariya Qubaniyên Ceng Hêvî Rebîa Ebas Qasim

Show More
Back to top button