Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin  

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin, nêzî 100 kes di van goran de hatibûn qetilkirin.

Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi hezaran kes bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilikirin. Li gelek gund û deveran ev kuştin wekî komkujiyan pêk hat. Kesên ku bi awayek komî hatin kuştin jî, li ser hev di gorên komî de hatin veşartin. Heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin û 34 ji wan goran hatine vekirin.

Bi nêzbûna salvegera fermanê, rewşa kesên çarenûsa wan ne diyar û gorên komî car din di rojeva Şengalê de ye. Hikumeta Iraqê wekî her sal îsal jî, di salvegera fermanê de dest bi kolandina gorên komî dike.

100 şehîdên fermanê di gorên komî de ne

Li Başûrê Rojhilatê Şengalê, li herêma gundê Qinê dest bi kolandina 6 gorên komî tê kirin. Li gor şahidên vê komkujiyê, derdora 100 şehîdên fermanê di van gorên komî de hene. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, piraniya van kesan ji eşîra Mêrkan in û şêniyên Til Qeseb, Til Benat, Solax û gundê Qinê ne.

Şandeya Rêveberiya Xweser jî amade bû

Bi sedan kesûkarên şehîdên fermanê di destê wan de wêneyên xizmên wan ên wenda ku tê texmîn kirin di van gorên komî de ne, ji bo vekirina gorên komî amade bûn. Her wiha şandeyek ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî li gundê Qinê amade bûn.

Wê cenaze ji bo testa DNA bişînin Bexdayê

Vekirina gorên komî bi destê Saziya Şehîdan a Iraqê tê kirin. Piştî cenaze hatin derxistin, wê ji bo testa DNA’yê bibin Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê da ku nasnameya wan were zelalkirin.  Her wiha ji aliyê gel ve ji bo şehîdan wê xêr were dayîn.

Di vekirina gorên komî de pir caran saziyên navteyewî yên eleqedar jî amade dibin û şahidiya vekirina gorên komî dikin. Lê ji ber ku nehatine agahdar kirin tevlî vekirina vam goran nebûne.

Di van kêliyan de vekirina gorên komî hatiye destpêkirin û tê payîn heya çend rojan dewam bike.

Di encama lêkolîn û agahiyên şahidên fermanê de heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin, 34 ji wan heya niha hatine vekirin. Bi giştî 6 gorên komî li herêma gundê Qinê hene û bi vekirina van koman wê hejmara gorên ku hatine vekirin bibe 40.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button