Ciwanên Şengalê: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin

Ciwanên Şengalê diyarkirin ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xweseriya Şengalê têdikoşin. Ciwanan gotin, ew ti astengiyan nasnakin û wê heta dawiyê liberxwe bidin.

Ciwanên Şengalê duh bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo protestokirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû, meşa dirêj lidarxistin. Lê meşa ciwanan ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû astengkirin.

Girseya ciwanan bi sedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên saziyên Şengalê rakirin. Her wiha di meşê de pankartên wekî, “Emê bi tolhildana Ciwanên Êzidî komployê têk bibin, azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin” û tîşortên wêneyên Rêber Ocalan û nivîsa “Dem dema azadiyê ye” li serin lixwekirin.

Meşa ciwan ji despêkê ve ji aliyê hikûmeta Iraqê ve rastî astengiya hat. Lê ciwan di bin zextên hêzek mezin a Iraqê de meşê heta rêya ku diçe komalgeha Dihla dewamkirin. Li vir ji ber ku Iraqê hêzên xwe zêdekirin êdî ciwanan meşa xwe veguharandin karwanê wesayîtan û ciwan bi karwan di nava komlgeha Duhla û Dugurê geriyan. Meşa ciwanan ku biryar bû 25 km ji Borik heya Xanesorê dewam bike, ji ber astengiyan ciwanan li ber Meclisa Gel a Dugurê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê meşa xwe bidawî kirin.

Di daxuyaniyê de jî ciwanan dan diyar kirin ku ew weke ciwanên Êzidî û Ereb ewê hertim xwe bi fikrê Rêber Abdulah Ocelan Rêxistin bikin û ew wê bi tekoşîn û rêxistinkirina xwe dawiya ferman û kompiloyan bînin.

Ciwanan di derbarê meşa ku li dar xistine de ji ajansa me re axivîn û gotin ew wek ciwan heya dawiyê wê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo tekoşîn bikin.

‘Em ê tû caran astengiyan nasnekin’

Endama Meclisa Dugurê ya bi navê Cîlan Şivan di derbarê armanca çalakiyê de axivî û got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocelan tevahî civaka Êzidî li ser piyane.”

Cîlanê di dewamê de bal kişand li ser astengiyên ku artêşa Iraqê li beramberî meşa ciwanên Şengalê çêkir û got: “Weke tevahî gelên azadixwaz yên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin me jî ji bo Rêber Apo çalakiyek lidarxist. Lê hukumeta Kazimî her tim çalakiyên me asteng dike. Li her devera cihanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî tên kirin, lê tenê li Şengalê ev yek tê asteng kirin, ev eybeke mezine. Ji mere gotin posterên Rêber Apo di meşa xwe de ranekin yan emê we tevan bigirin, lê me guh neda gotinên wan û me posterên Rêber Apo bilind kir asîmanan.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Ala Şengalî jî got: “Her ku hukumeta Kazimî bixwaze bibe asteng li pêşberî me, em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê têbikoşîn.”

 

Show More
Back to top button