Jinên Êzidî: Em li pişt hêza xwe ne

Jinên Êzidî piştgiriya xwe bo Operasyona Tolhildanê ya li Şengalê anîn ser ziman û gotin yên ku sîxurtî dikin, dibin birakujê xelkê xwe, ne Êzidî ne û ew ê ti demî Êzidî jî neyên qebûlkirin.

Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê û Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di 24’ê Çileyê de li dijî sîxûran “Operasyona Tolhildanê” da destpêkirin.

Li Şengalê ji bo Operasyona Tolhildanê ya YBŞ-YJŞ’ê piştgiriya xelkê Şengalê her kêliya diçe mezintir dibe. Jinên Êzidî jî di destpêka nêrînên xwe de piştgiriya xwe bo hêzên parastina Şengalê YBŞ-YJŞ, Asayîşa Êzidxanê tînin ser ziman û dixwazin berdewamiya operasyonên tolhildanê bê û keyfxweşiya xwe bo operasyona serkeftî tînin ser ziman.

‘Ferqa xiyanetê ji fermanê nîn e’

Edûl Elî ya got ku weke jinên Êzidî ew cih nadin ku sîxur di nav civakê de bihewin ûwiha got: “Heger cîwanên Êzidî yên qehreman bi berxwedaniyek mezin li dijî êrîşên ser miletê me sekinîne îro ji milê sixûrên çepel, xayînan ve têne hedef girtin em ti demî qebûl nakin. Ev ne ti şixule ku miletê Êzidî bi miletê Êzidî bidin qirkirin. Pir şehîd hatin dayîn. Hemû bi destê sîxuran de hatin şehîd xistin. Ew fedaiyên civaka Şengalê, dayikên Şengalê bûn. Em destxweşiyê li fikrê Serok APO jî dikin ku kete nava me û bu vesîle ku hestiyên rizî ji nav me bêne derxistin. Me bawer nedikir ti demî yê rojekê bi destê me bidin kuştin. Diviyabû xwuşkên hatin revandin, firotin nehatina jibîr kirin. Şehîd Zerdeşt jî beriya şehîd ketîbû gotîbû ku ew şopdarê jinên dîl ketine û heya wana rizgar nekin yê dest ji tekoşîn û berxwedana xwe bidin.”

Edûl Elî wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ti ferqa vê xiyanetê ji fermana ya 3’yê Tebaxa 2014’yan ru dayî nîne. Heman qirkirine, heman êrîşên. Em êvarê li mala Dijwar Feqîr bûn. Wek roja yêkê şehîd hatîbû xistin ev roj jî giran û zehmet e. silavên min ji YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê heye û em ji wan hêvî dikin ku pêşiya van sixuran bigrin.”

‘Nekarîn bi fermanan me tine bikin, dixwazin bi destê me li me bixin’

Celîla Meto ji var; “Di serî de ez destxweşî li YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê dikim ku ev operasyon, ev hamle pêk anîne. Ev sîxûr bi dirav birayên xwe difiroşin. Bi wan dileyîzin û dixapînin. Dîtin me nikarin bi fermanan tine bikin vê carê me bi destê me dixwazin tine bikin. Ev pêşketinek bu ku em îro bi xwe dikarin dijminê nav xwe de derbixin. Barzanî ya me di fermana 3’yê Tebaxa 2014’yan firot, îro jî bi rêka cîwanên me me bidin kuştin. Em xwedî hêza parastinê ne.”

Celîla Meto wiha dawî li gotinên xwe anî; “Mixabin gelek ji miletê me kê ferman anî serê me jibîr kirin. Yêkî bê miletê xwe bikûje ew ji wî miletî nayê hesibandin. Ev rêxistinbûn, fikrê Serokatî heya nekete nav me em li van tiştan nehesiyan. Em memnûnê Serokatî ne. Wê rojê xwe gihandin me û me parastin, hêza parastinê jî ji mere ava kirin û çûn. Ev hêz û fikir nahêle yên xirab bikevin nav me. Yên birayên xwe dikujin em ti demî Êzidî qebûl nakin. Hemû sixûr yên bêne girtin û hesab ji wan was xwestin. Divê miletê me jî xwe nasbike, ti demî jibîr neke ku kî dost û kî dijminê me ye.”

‘Em wan di nav xwe de qebûl nakin’

Filûs Nurî jî di destpêka axaftina xwe de silavên xwe bo hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê anî ser ziman û wiha pêde çu; “Mala wan ava ku ev sixûr ji nav me girtin. Em dixwazin zêdetir ser kar bikin û hemuyan bigrin. Em wan ên ku sîxurtiyê dikin wek Êzidî qebûl nakin. Bila bi xwe werin biçin gel YBŞ-YJŞ, Asayîşa Êzidxanê, bila bi xwe xwe eşkere bikin û ji rêya pîs vegerin. Ne ji kurmê darê be dar narize. Bila bo dijminê xwe em kar nekin, em Êzidî vê yekê qebûl nakin, wan kesan jî di nav xwe de qebûl nakin.”

Jinha-ŞENGAL

Show More
Back to top button