Welatiyên Êzidî: Em di her kêliyê de bi fikrê Rêber Apo jiyan dikin 

Welatiyên Êzidî banga xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: Tecrîd ne tenê ser Rêber Apo tê meşandin, tecrîd ser tevahî mirovane. Dijmin wê êdî nekaribe fikrê Rêber Apo ji nav me derbixe, ji ber di her kêliyek jiyanê de, em bi fikrê Rêber Apo jiyan dikin.”

Dewleta Tirk a dagirker ev 24 salin tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin. Dewleta Tirk bi ti awayî nahêle parêzer û malbat biçin Îmraliyê, bi Rêber Apo re havdîtin pêkbînin. Welatiyên Êzidî derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rojnews re axivîn.

Despêkê dayîka bi navê Neam Şengalî da diyarkirin ku ew bi saya fikrê Rêber Apo ji fermanê xilas bûne û got: “Em wekî civaka Êzidî rojekî tengdebûn û wê rojê tenê Serokatî xwedî li me derket. Ger em ji fermanê xilas bûn û me xwe birêxistin kir ew bi saya fikrê Serokatî bû. Fikrê Rêber Apo rê li me vekir. Em wek civaka Êzidî fikrê Rêber Apo ya xwe dibînin, em Rêber Apo ji malê dibînin. Serokatî rê li pêşiya me vekir.”

Neam bang li dewletên navnetewî kir û wiha domand: “Fikrê Serokatî fikrê mirovahî û wekheviyê ye.  Çima heta niha Serok li zindanê tê girtin û çima dewletên navnetewî ji vê ra nabêjin bese? Em wan ne rast dibînin û bang li dewletên navnetewî dikin ku xwedî li Rêber Apo derbikevin.”

‘Em azadiya Rêber Apo dixwazin’

Neam Şingalî xwest ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were û dewam kir: “Çavê her kesê li Rêber Apo ye ku li zindanê derkeve. Em azadiya Rêber Apo dixwazin. Em dixwazin hevdîtin bi Serok re çêbibe da ku em bi zanibin rewşa wê çiye û li ser civaka Êzidî çi di fikire. Em wek dayîkên Êzidî dixwazin Serok zû ne dereng ji zindanê derkeve. Raste fikrê wê nav me de ye lê em dixwazin wekî fizîkî jî nav gel de be.”

Neam bang li civaka Êzidî kir: “Em bang li civaka Êzidî dikin çawa Rêber Apo xwedî li me derket em jî xwedî lê derkevin. Bang li dewletên navnetewî dikin êdî xayintiyê nekin.”

‘Fikrê Rêber Apo çareseriyê ava dike’

Berekat Qasim jî di despêka axaftina xwe de silavên xwe ji Serok re şand û got: “Êdî dijmin çi bike jî fikrê Rêber Apo kete nav civaka Êzidî de. Fikrê Rêber ji bo gelê bindest çareseriyê ava dike. Rêber Apo hate Şengalê wekî darekê şîn bu û çikila xwe belav kir. Her pêlek vê darê şehîdeke. Bi saya fikrê Rêber Apo û xwîna şehîdan, Şengalê ava bû, roj bi roj mezin dibe.”

Qasim da nişandan ku fikrê Rêber Apo fikrekî azade û wiha domand: “Serok bi xwe dibêje ‘Ez niha girtîbim jî nikarin fikrê min bigrin’. Fikrê wê azade û ketiye nav civakê de. Niha jî bi milyonan mirov Rêber Apo ye, ez Rêber Apo me. Fikrê Rêber Apo rêya rast, edaletê nîşanê me dike. Rêber Apo ji civakê re bû ronahî, bû pêşeng.”

Berekat Qasim tecrîda ser Rêber Apo şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em tecrîda ser Rêber Apo qabûl nakin. Em bang li dewletên navnetewî û mafê mirovan dikin heta kengî tecrîd berdewam bike. Tecrîda ser Rêber Apo tecrîda ser milyonan mirove. Em dibêjin Bê Serok Jiyan Nabe. Em dixwazin Rêber Apo bi saxî û silametî di nav gel de jiyan bike.”

‘Xwedî li Rêber Apo derkevin’

Yisuf Ciwan jî bi bîr xist di fermana 2014’an de şervanên azadiyê bûn bi hewara wanhatî û got; “Rêber Apo aştî û azadiyê dixwaze. Şervanên azadiyê ji rizgariya me hatibûn. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xêrê ye, alîkariye û fikrek azade.”

Ciwan bang li gel kir ku her yek bi erka xwe ve rabin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Fikrê Rêber Apo gelên bindest azad dike. Roja fermanê pêwîste civaka Êzidî jî bîr neke, ji bo Rêber Apo ji zîndanê derkeve her yek bi erka xwe ve rabe ser xwe û xwedî Rêber Apo derbikeve.”

ROJNEWS- ADAR AVESTA

Show More
Back to top button