Xelkê Êzidî tevî hemû zehmetiyan li çiyayê Şengalê çandiniyê dikin 

Li çiyayê Şengalê gelek malbatên vegeriyane, li ser bax û baxçeyê xwe kar dikin û kedek mezin didin. Yek ji wan malbatan, malbata Nayif Faris e. Nayif dibêje: “Tevî hemû zehmetiyan, ji bo debar û parastinê, em li çiyayê Şengalê çandiniyê dikin. Fêkiyên li çiya çêdibin, ji yên li deştê bi tamtirin”

Di serdema rejîma Baasê de ji bo civaka Êzidî ji çiya werin deştê, piraniya ava kaniyan hatibû çikandin û xelk neçar mabû berê xwe bide deştê. Niha xelk bi azad ji bo debar û parastinê berê xwe didin çiyayê Şengalê

Gelê Êzidî her sal bi hêviyekî mezin berê xwe dide çiyayên Şengalê û ji bo debara jiyana xwe pêk bîne ked dide. Di Şengalê de çiqas bêderfetî û kêmbûna av hebe jî gel dîsa berê xwe dide çiyayên xwe û bi keda xwe dixwazin debara jiyana xwe derxînin. Yek ji van malbatên ku ji bo debara jiyana xwe berê xwe daye çandiniyê malbata Nayif Farise.

Nayif Faris xelkê gundê Kolka ye, gundê Kolka nav çiyayên Şengalê de ye. Nayif her sal bi hatina bihar û havîne re, bi malbata xwe ra berê xwe dide bax û baxçeyê xwe.

Nayif Faris behsa keda xwe ya li çiyayê Şengalê kir: “Darên wekî hejîr, tirî, zerdela, sêv, hinar ku mirov dikare li çiyayê Şengalê biçîne me jî çandiye. Hîna berhem negirtine, ji ber ku me nû çandiye. Darên ku me çandiye emrê wan 3 an jî 4 salin. Her wiha di bostanê me de me xiyar, bacanên sor û rêzek tutun jî heye. Tiştên ku wê berhem bigrin me çandiye.”

Guherîna avhewayê bi bandore’

Faris rewşa av hewayê ya û bandoriya vê ya ser çandiniyê nirxand û got: “Îsal saleke xerîb bû. Dawiya biharê hinek serma hat ew pir zerar li ser darên me kir, me gelek ji van daran qut kir. Tozên ku îsal hat jî ji bo bostanan gelek ne başbû, dar tevnapîrê girt. Piştî her tozekî em darên xwe derman dikin an jî bi avê dişûn. Lê niha başe, ger îsal fêkî negrin jî ewê sala bê fêkî bigrin.”

Nayif Faris behsa zehmetiyên çandinî kir û dewam kir: “Bêguman zehmetiyên çandinê hene. Ji cotkirinê bigre heya avdana wê hemu bi ked û zehmete. Çend roj berê niha me darên xwe hemû derman kir da ku pêşî berhemên ku derdikevin nexwin. Gelek caran ceyran ne başe, ji ber vê an em jeneratorên xwe didin karkirin an jî heta şevê hişyar dimînîn ku em bikaribin bostanê xwe av bidin. Ji ber gaz jî biha bûye em nikarin zêde jeneratorên xwe jî pêbixîn, mesrafa vê jî geleke. Lê em ji neçariyê jeneratorên xwe pêdixin.”

Faris bal kişand ser ferqa axa çiya û deştê û got: “Dara hejîr li çiyayê Şengalê baştir çêdibe. Ew yek ji ber rewşa hewayî ye, ya din jî ji ber axa Şengalê ye. Bêguman ferqa ax û hewayê çiya û deştê ji hev heye. Hejîrên ku li çiya çêdibin ji ya ku li dêştê çêdibe bi tamtirin. Hejîr, hinar û mêwe li Şengalê di çiyayan de xweş û bi tamtir çêdibin.”

Faris got ku ava kaniyê îsal gelek kêm bûye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Berê tutun li ber kaniya Pîraxa yê gelek dihat çandin, ji ber ku ava wê hebû. Berê bîr li Serdeştê gelek nîn bû. Îsal herî zêde tutun li çiya hate çandin ji bo ku ava kaniyê îsal kêm buye û gel bi ava bîrê çandiniya xwe dike. Ji berê de civaka Êzidî û bi taybet jî xelkê Kersê debara jiyana xwe bi çandinî re taybet ser reza tutunê dikir. Ji ber îsal ava kaniya kême, xelkê bîr kolaye û li çiya çandiniyê dike.”

ROJNEWS- ADAR AVESTA

Show More
Back to top button
Peywendî deynin