‘Pêwîste Êzidî bi dengê xwe bersivê bidin dijmin’ 

Êzidiyên li Kampa Serdeştê bang li Êzidiyên koçber kirin daku vegerin ser malên xwe û dan diyarkirin ku gelê Êzidî ji ber pilanên siyasî venagerin ser malên xwe. Welatiyan xwestin Êzidî bi tevlibûna hilbijartinê bersivê bidin dijmin.

Ji bo hilbijartinên Iraqê civaka Êzidî  ji bo misogerkirna mafê xwe , Semîr Derwêş li sernavê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) namzet nîşandaye. Gelê Şengalê jî diyar dikin ku pêwsîte Êzidî bi dengê xwe bersivek herî baş bidin dimjin û vegerin li ser axa xwe.

Dayîka binavê Kinê Xidir got : “Em li çiyayê Şengalê di nava çadiran de ne, lê em dîsa kêfxweşin ji ber evder cihê meye. Gelê me dixwaze vegere Şengalê lê dijminê me rê liber vegera wan digre. Banga me ji gelê me yên ku li dervey Şengalê di nava kampan de jiyan dikin re ewe ku vegerin ser axa xwe. Divê dema hilbijartinan de em hêza xwe bikin yek û bersivekî baş bidin wan dijminên ku rojane  dixwazin xwîna me vexwin û li ser me êrîşa pêk tînin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin li keda şehîdan xwedî derkevin û dengê xwe bidina PADÊ’ê. Partiya me ku niha Semîr Derêwş kiriye namzet ji bo keda şehîdane. Tenê di meha Tebaxê de 10 şehîdên me çêbûn pêwîste gelê me li keda van Şehîdan xwedî derkeve.”

Welatiyê binavê Xelîl Hecî ku li kempa Serdeştê dimîne got: “Niha li ser gelê me yê koçber gelek pilan tên meşandin, ji ber pilanên siyasî ew nikarin vegerin Şengalê. Lê pêwîste gelê me bizane ku ji dervey Şengalê tu cihekî meyê din nîne. Heya niha di hemû fermanan de çiyayê Şengalê em parastina, pêwîste em li axa xwe û çiyayê xwe xwedî derkevin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button