Berxwedana rûmetê 99 roj in didome

Çalakiya xelkê me li dijî peymana 9’ê cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmze kirin û ji bo naskirina statuya Şengalê bi biryardariyek mezin berdewam dike

Çalakîya bi navê “em hemû asayîş”in hatiye destpêkirin heman demî ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê li navenda asayîşa Şengalê pêktê. Çalakî îro kete roja xwe ya 99’an.

Xelkê me dûh jî bi hêjmarek qelebalix, bi dehan seyareyan ji navçeyên cûda cûda ketin rê û çûn cihê çalakiyê û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê anîn ser ziman. Xelkê me dibêje ku ew bi biryare ku heya daxwazên wan pêk neyê yê ewê dest ji çalakiyên xwe bernedin û dibêje divê asayîşa Êzîdxanê li nava bajêr bimîne û ewlekariya bajêr bigre.

Di vê çarçoveyê de heya niha rêveberiya xweser jî gelek rêze hevdîtin li gel rayedarên Iraqê, li gel hêzên siyasî û hikûmeta federal pêkanîne. Xelkê me jî bi dehan meş û çalakî bi daxwaza betalkirina peymana dijî Şengalê ya navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin, lidarxistine.

Daxwaza xelkê me ya sereke ewe ku di çarçoveya mafên destûrî yên Iraqê de xwedî rêveberî, hêzên parastina xweser bin û mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayîkê hebe. Lê belê rêveberiya Iraqê heya îro jî erênî nêzî daxwaza xelkê me nebûye û berovajî vê her car xwestiye Peymana 9’ê cotmehê pêk were.

Show More
Back to top button