Jinên Ciwan ên Şengalê: Têkoşîna Evîn û Sarayan têkoşîna me hemûyan e

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyekê diyar kir têkoşîna Sara û Evînan têkoşîna wane û soza pêkanîna hedef û armanca wan dan û ev bang kir: "Em bang li hemû jinên ciwan ên Êzidî dikin ku em xwe bihêz bikin, xwe birêxistin bikin û berpirsiyartiya xwe li beramberî dîrokê pêk bînin."

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê duh êvarî li Şengalê têkildarî komkujiya 2’yenîm a Parîsê ku têde Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê û Kurdê welatparêz Abdûrrahman Kızıl hatin qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrişên pêşengên Kurdan hate şermezarkirin. Herwiha hate destnîşan kirin ku komkujî bi destûra hikûmeta Fransayê pêk hatiye.

Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê wiha ye:

“Ji bo raya giştî; di serî de hemû şehîdên di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin û feda dikin em bibîr tînin û soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin. Wekî em hemû dizanin meha KanûnÊ di dîroka gelê Kurd de weke mehek qetlîaman tê zanîn û di dîrokê de bûye yêk ji deqên reş. Qetlîamên li Mereşê, li Roboskî li dijî civaka me hatîbû kirin şûna bê ronî kirin, hesap ji yên qetlîam pêkanîne bê xwestin ji nedîtî ve hatina wan, weke ku ti qetlîam rû nedaye tevgerandina wan tê jiyîn. Heman zihniyet qetlîamên xwe li dijî gelê Kurd zêdetir jî kir. Herî dawî li paytexta Fransa Parîsê zîhniyeta kujer ya AKP-MHP cardin dijminahiya xwe dijî têkoşîna azadiyê, dijî gelê Kurd di şexsê sê pêşengên têkoşîna azadî de cardin nîşan dan. Heman şêwazê hevalên me hatin şehîd xistin. Ew hevalên me li wir şehîd dan, ji bo ax, welat, civak, baweriya xwe, ji bo azadiyê têkoşîn didan meşandin.

Ji ber dijî bindestiyê têdikoşiyan kirin hedef

Ji bo ku li dijî bindestiyê têkoşîn dikirin hatin hedef girtin. Kî li cihek weke Parîs ku mêşek bifire jê agahiya hikûmeta Fransa çêdibe, ji bo van êrişan, qetlîaman dema mijar dibe Kurd û Kurdistanî çavên xwe digrin, ji êrişan re rê didin, destûr didin. Cardin berê jî sala 2013’yan li heman bajarî 3 pêşengên têkoşîna azadiya jin hatîbû hedef kirin ku heval Sara, Ronahî û Rojbin şehîd hatîbûn dayîn. Heger wî demî ji kujerên van hevalan, ji ber şehadeta heval Sara wan hesab hatîba pirsîn cardin ti kes nedikarî êrişek wiha pêk bîne. Hikûmet çavê xwe jêre digre.

Têkoşîna Sara û Evîna têkoşîna me ye jî

Tinê miletê me, gelê Kurd dijî zilm û neheqiyê 24 saet di nav têkoşînê de ye, berxwe dide û hesap ji berpirsên êrişan dixwazin. Berxwedaniya em didin meşandin, rêya ku heval Sara ser dimeşiya û têkoşîn dida ye. Ew rê rêya me hemû jina ye, têkoşîna me hemûyan e. em cardin dibêjin têkoşîna Sarayan têkoşîna me hemuyan e, şerê tê dayîn şerê me hemûyan e. Em bang li hemû jinên ciwan ên Êzidî dikin ku em xwe bihêz bikin, xwe birêxistin bikin û berpirsiyartiya xwe li beramberî dîrokê pêk bînin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button