Desteya Rêveberiya Şengalê hate hilbijartin  

Piştî 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku duh pêk hat, îro endamên nû yên meclisê ku ji 111 kesan pêk tê li hev kombûn û bi sondxwarinê dest bi karê xwe kirin. Her wiha Dîwana Desteya Rêvebir a Şengalê ku ji du hevserok û sê cîgiran pêk tê hate hilbijartin

Endamên nû yên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXSD) ku duh hatin hilbijartin îro civiyan. Civînê  bi deqeyek rêzgirtina  ji bo ruhê şehîdan destpê kir.  Di serî de endamên meclisê her yekê bi bîr û baweriyên xwe soz dan û bûn endamên Meclîsa Dayîmî.

Piştî sondxwarinê, Hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo û Haşim Hecî axivîn, ji bo kar û xebatên xwe yên deme pêş peyam û nirxandinên xwe kirin.

Hevseroka  Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo bi van gotinan biryardariya xwe anî ziman. “Kar û xebatên ji me hatine xwestin heya astekî hatin meşandin, gelek tifaq û pilan li ser me hebûn dixwestin me asteng bikin, lê me kar û xebatên xwe her da meşandin. Weke rêveberiya meclisê tiştê ji destê me dihat me kir. Bi daxwaza gel car din em hatin hilbijartin. Emê jî hewl bidin layiqê gel bin, em pê kêfxweş in ku em xizmeta gelê xwe dikin. Ji bo kêmaniyên berê em rexnedayina xwe didin gel, emê ji vir û şûn ve hewl bidin ya herî baş bikin.”

Haşim Hecî jî kongreyê li tevahiya gel pîroz kir û wiha got: “Em soz didin ku emê xizmeta tevahî gelê xwe yên Êzidî yên kû li Şengal û li her deverê belav bûne bikin. Çi ji me were xwestin emê bikin. Emê ji bo tevahî gelê xwe kar û xebatên ji bo avakirina Şengala xwe bidin meşandin. Emê ked bidin ji bo em layiqê gelê xwe bin.”

Piştî axaftinan Dîwana Desteya Rêvebir hate hilbijartin. Dijwar Feqîr û Rîham Hesen wek hevserokên nû yên Desteya Rêvebir hatin hilbijartin. Her wiha Azad Hisên, Faris Herbo û Cîhan Celo wekî cîgir hatin hilbijartin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button