Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin
Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang li tevahiya jinên ciwan kir ku beşdarî kongreyê bibin û bersiva hemû êrîş û zextên li ser jinan bidin.
Bi êrişa 3 Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê re herî zêde jinên Êzidî êş kêşan, hatin revandin, di bazaran de hatin firotin. Piştî fermana 3 Tebaxê jinên Êzidî li hemberî qirkirinê xwe bi rêxistinkirin. Li Şengalê jin di nava saziyan de bi awayek aktîv rola xwe leyîstin û bicihbûn. Li Şengalê Jinên Ciwan taybet xwe birêxistinkirin û di roja meya îro de gihiştine astek bilind ku kongreyên xwe lidarbixin. Jinên Ciwan biryara lidarxistina yekemîn kongreya xwe dan.
Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan li ser armanca lidarxistina yekemîn Kongreya Jinên ciwan ji ajansa me re axivî.
Botan da diyakirin ku ewê di 30’ê Hezîranê li navenda Şengalê yekemîn kongreya xwe lidarbixin û ji bo tevlîbûnê jî banga beşdariyê li hemû jinên ciwan ên Êzidî kir.
‘Divê jin li Şengalê rêxistinek xurt ava bikin’
Botan destpêkê behsa armanca sereke ya lidarxistina kongreyê dike û wiha di axive; “Armanca sereke ya kongreyê, embikaribin li Şengalê rêxistinkirina jinan hîn berfirehtir bikin. Ev yekemîn kongreye, em kongreyê destpêkê li Rêber Apo, tevahî şehîdan pîroz dikin. Di dema fermana 3 Tebaxê de li Şengalê herî zêde jin hatin hedefgirtin. Ji bo ku ev zilm li ser jinê zêdetir nebe pêwîste rêxstina jina xurt bibe. Ji dema fermanê de em kar û xebatên xwe didin meşandin, bi vê xebata ku hatiye meşandin em dikarin bêjin ku jin buye xwedî îrade û dikare xwe biryara xwe bide. Wek jinên Êzidî ji bo ku em vê îradeya xwe derxin pêş, êdî dem hatiye ku em kongreya xwe lidarbixin.”
Kongre bersiva êrişên ser jinane
Ne tenê di êrîşa çeteyan de jin hatin hdefgiertin, di roja meya îro de jî zext liser jinan heye. Taybet ji aliyê zilam ve, jinên ciwan tên hedefgrtin, di temenê piçûk de tên zewicandin. Ev jî siyasetek li dijî îradeya jinê ye. Ev jî dibe sedem ku xwe kuştina jinan zêde dibe. Ev yek bi rêxistinbûna jinê tê çareserkirin, lidarxsitina kongreyê jî wê bibe bersiva hemû zextên liser jinê re.”
‘Karê jin tê de nebe, serkeftin ne mîsogere’
Botan da diyakirin ku ev rêxistina jinên ciwan ne ji valehiyê tê û pêde çû; “Heya jin gihiştine vê astê gelek xwîn hatiye rijandin û gelek şehîd çêbûne. Em li ser şopa şehîd Cîlan, Bêrîvan, Nazê û tevahiya şehîdanin. Li ser xeta berxwedaniya jin di dema fermanê de ji bo tolhildana jinên Êzidî YJŞ’ê hate avakirin. Piştî ku jin di aliyê parastinê de bû xwedî hêz û karibû xwe biparêze, me jî wek jin ciwan erk liser milê xwe dît, em bikevin nava civakê û tevî hebûna astengiyan ji aliyê malbatan ve em carekî din jinên Êzidî rêxistin bikin. Ji ber hesasiyeta di ola Êzidiyan de, jin di malê de hatibû girtin û mafê wê yê ku karibe xwe azad bibe û bibe xwedî îrade nedihate dan. Lê dema tekoşîna jinê derket, ev yek dinava civakê de jî hate şikandin û jinê hêza xwe nîşanî her kesî da. Niha her kes dizane karê ku jin têde cihê xwe negrê, wê ew kar biserkeftî derbas nebe.
Jin ji kongreyê bi hêvîne
Li ser Şengalê gelek êrîş çêbûne, di hemû êrîşan de yê herî zêde derketiye pêş û kariye rê liber êrîş û planan bigre, jin û ciwanên Êzidî bûn. Piştî ku îradeya jinê derkete pêş û êdî civaka Êzidî jî heya astekê rê da jinê ku pêşengitiyê bike û jin niha tê esasgirtin.
Ji bo ku em kongreya xwe lidar bixin pêşwaziyek germ li vê kongêrê tê kirin. Ne tenê em wek endamên jinên ciwan belkû di nava civaka mede jî bi germî pêşwazî li kongreyê tê kirin, jiber ku tevahiya jinên Êzidî ji vê kongreyê bihêvîne.
‘Dixwazin di kesayeta ciwanan de civakê bihelînin’
Berdevka ciwanên Êzidî Sara herî dawî jî got; “Ji her demê zêdetir li ser Şengalê êrîş hene, dixwazin bi van êrîşan ciwanên me bikin hedef, ji hev belav bikin û di şexsê ciwanan de civaka me jihev belavbikin. Ji ber ku dizanin yê civakê ava dike ciwanin û yê ku civak pê tê hilandin jî her ciwanin. Ji bo ku vê yekê bikin, ji aliyê dijmin ve ciwan têne hedefgrtin. Taybet di van demên dawî de liser ciwanên me bi rêya torên civakî şerekî taybet û zirav tê meşandin, ji bo vê jî pêwîste ciwanên me hişyar bin û rê nedin şerê taybet bigihe armanca xwe.
Bang
Bang li tevahiya jinên ciwan dikim ku beşdarî kongreyê bibin. Werin em bi hevre liser axa pîroz li Şengalê di 30’ê Hezîranê de Salvegera Şehdeta Şehîd Zîlan de, kongreya xwe lidarbixin û bi ruhê Şehîd Zîlan em bibin bersiv ji dijmin re.”
ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL