Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê hat hilbijartin

Duh bi awayekî girseyî û bi coşek mezin Kongreya 5'emîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê hate li darxistin û bi hilbijartina hevserok û cîgirên hevserokan û endamên meclisê, kongre serkeftî encam bû. Îro jî di civîna yekemîn de hevserokatiya Desteya Rêveber ji aliyê endamên meclisê ve hatin hilbijartin.

Kongreya 5’emîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê duh bi beşdariya 450 mêhvan û delegeyan bi dirûşmeya ‘Bi Xemla Nîsanê Şengal Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin’ li navçeya Sinûnê ya Şengalê hate li darxistin. 5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hilbijartina hevserokên meclîsa giştî, cîgirên hevserokatiyê û 101 endamên meclîsa giştî bi serkeftî bi encam bû.

Civîna yekemîn a meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro li Dugurê bi beşdariya piraniya endamên meclisê pêk hat.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Piştre ji bo Hevserokatiya Desteyê û cîgirên wan hilbijartin hatin kirin û rêveberiya nû a Deseteya Rêveber ji 5 kesan hatin hilbiajrtin û  soz dan ku ewê liser xeta Şehîd Merwan Bedel û tevahiya Şehîda bin  û ji bo Şengala Xweser û Azad têbikoşin.

Di encama hilbijartine de Xwedêda Eliyas û Rîham Hesen carekî din hatin hilbijartin. Her wiha Caglîn Şengalî wek cîgira jin û Xalid Qasim û Dexîl Ibrahîm jî wek cîgir hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinê ji aliyê hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê ê berê Heso Îbrahîm ve wêneyên Şehîd Merwan Bedel ku di encama êrîşên Dewleta Tirk û PDK’ê de şehîd ketibû, diyarî desteya rêveber a nû hate kirin û karê wan lê pîroz kir.

Her wiha Desteya Rêverber a Şengalê jî ji bo meşandina kar û xebatan, her wiha erka ku ji wan re hatiye dayîn axaftin kirin û dan diyakirin ku ev barekî girane û doza Êzidiyan dozeka mezine ji bo em vê dozê bibin serî lazime bi  yek destî bi hevre kar û xebatên xwe ji bo Şengala xweser û Azad bidin meşandin.

Hevseroka Desteyê Rîham Hesen jî got; “Em karê hemû endamên meclisa xweseriyê lê pîroz dikin. Em spasiya vê diyariya giran buha dikin û cihê hevalê Dijwar her di dil û mejiyê medeye. Xewn û xeyalên me bi hevre dayîn pêşiya xwe kar û xebatên ku beriya dû salan me bihevre dida meşandin, emê tu carî nîvço nehêlin û liser xeta wan berdewam bin. Me soz daye ku emê Şengala xweser û azad ava bikin, ev soza me û hevalê Dijawar bi hevre dayî wê tu carî gav paşde avêtin jê re çênebe. Dema me ev soz dan wê demê hemû zehmetî û şehadet jî da ber çavê xwe, ji ber ku qedaya me qediyek mezine. Ji bo em vê dozê bibin serî çawa beriya niha me bedel dane, em dizanin wê bê bedel çênebe, lê a girîng ewe ku civaka me li ser axa xwe azad jiyan bike.”

Piştre civîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin, bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button