Komxebata Ziman ya Şengalê bi plansaziyekî bi dawî bû

Di komxebata Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê de ji bo vekirina dibistanên zimanê dayîkê ya di sala nû de plansaziyeke nû derket û hate gotin, Rêveberiya Xweser ji bo fermîkirina zimanê dayîkê li Iraqê di nava hewldanan de ye, lê ev ji aliyê îdareya Mûsilê ya dibin bandora PDK’ê de ye tê astengkirin.

Komxebata zimanê dayîkî (kurmancî) ya ku ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê ve hat lidarxistin, piştî semîner û nîqaşan, bi dawî hat.

Ji derveyî saziya ziman Rêveberiya Xweser jî amadebû. Di komxebatê de girîngiya zimanê dayîkê ya li Şengalê, fermîkirina wê û amadekariyên ji bo sala nû ya perwerdeyê hate destgirtin û planek ji bo wê hate derxistin.

Di komxebatê de girîngiya zimanê Kurdî, şêwazê dayîna wê, şandina zarokan bo dibistanên zimanê dayîkê û bandora wê li ser civaka Êzidî bi berfirehî hate nirxandin. Li gorî encama ku ji komxebatê derket, wê meha Cotmehê deriyên dibistanên zimanê dayîkê (kurmancî) li Şengalê vebin.

Di komxebatê de mijareke din a berfirehî hate nirxandin, astengiyên fermîkirina dibistanên zimanê dayîkê li Şengalê hate nirxandin. Hate gotin, “Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo fermîkirina dibistanan bi Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê re di peywendiyê de ye. Pirsgirêk li Bexdayê hatiye çareserkirin, lê pirsgirêk ji aliyê îdareya Mûsilê ve ji bo Şengalê tê derxistin û ew jî çavkaniya xwe ji PDK’ê digire. PDK destûr nade zarokên Êzidî bi zimanê dayîkê li Şengalê perwerde bibînin.”

Li gorî encama komxebatê wê li aliyekî xebatên vekirina dibistanan were destpêkirin û li aliyê din jî xebatên ji bo fermîkirina dibistanan xebat werin zêdekirin.

Komxebata bi dirûşma, ‘Civak bi zimanê xwe, digihije armanca xwe’ di saetên êvarê de bi dawî hat.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button