‘Parastina Iraq di parastina Şengal re derbas dib

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen got, bo parastina Iraqê divê parastina Şengalê bê kirin û mînaka êrîşen DAIŞ ya sala 2014’an da. Hesen got dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê dixwaze Iraqê parçe bike û xwest hikûmeta Iraqê vê xeteriyê bibîne û pêşî li dagirkeriyê bigre.

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen li ser rewşa Iraqê, li ser êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Hêzên Parastina Şengalê û êrîşen dewleta Tirk ya dagirker pirsên me bersivand.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen di serî de balkişand ser lîstikên gemar yên li ser hesabê paşdevegerandina împaratoriya osmaniyan ji milê dewleta Tirk ya dagirker û hevalbendê wê PDK û nêrînên balkêş bi mere parve kir. Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye;

17’ê Nîsanê li qadên parastina Medya û rojek pey wê jî li Şengalê, li Digorê artêşa Iraqê xwest li ser asayîşa Êzidxanê de t bigre û pêvçûn jî çêbun? Yên van êrîşan pêk tînin çima dikin û kîne?

Êrîş li qadên parastina medya 17’ê Nîsanê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hate destpêkirin. 18’ê mehê li Şengalê jî êrîşî Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev herdû êrîş jî ji hev ne qutin. Piştî peymana 9’ê Cotmehê hewil didin wê tifaqa xwe pêkbînin.

Armanca dewleta Tirk a van êrîşan çiye û çima Iraq rastiya ku dewleta Tirk dixwaze bi rêka PDK’ê Musul û Kerkûk ji Iraqê bigre nabîne?

Daxwaza dewleta Tirk çawa êrîş li ser sînorên Başurê Kurdistanê dike heman demî êrîşî Musul jî dike. Cardin êrîşî Şengalê dike. Armanca wan ne tinê hedef kirina Şengale. Hedefa wan ya esasî li hevkirinên wan ên di dema hevpeymana Lozanê de pêk bînine. Dixwazin wan axan desteser bike. Lê cihê ku gerîla lê li berxwe dide, gel hişyar bûye û ketiye ferqa planên wan de, vê yekê qebûl nake û ji wan re serî nadayne. Tişta ku mirov herî zêde matmayî dihêle hikûmeta Iraqê çawa dibe ji vê yekê re bêdenge? Hedefa PDK, dewleta Tirk wê nîzama Osmanî vegerînin li Iraqê jî. Lê li Iraqê jî hêj gelek tevlî hevî heye. Hikûmeta Iraqê nehatiye ava kirin. Hikûmeta Tirk ji vê firsend û derfetan derdixe da ku van axan cardin bixe ser coxrafya xwe. Dewleta Tirk aloziyên li Iraqê û di nav hikûmeta Iraqê de  hene di nirxîne.

Rûxmê ewqas xeterî ser Iraqê heye, çima bêdeng dimîne?

Bêdengiya Iraqê ji ber parçebûyîna nav xweyiye. Hêjan hikûmet ava nebûye. Piştî hilbijartin pêk hatin heya îro hikumet şikil ne girtiye, sedema vê zext û êrîşên dewleta Tirk e. Sedema ku ev hikûmet ava jî nabe yêk jî ewin. Dewleta Tirk her dixwaze Iraq tevlîhev be û bimîne, dixwaze her alozî hebe daku Iraq nevegere dewletekî xwedî hêz. Aloziyên îro çêdibin di berjewendiya dewleta Tirk de ye.

Hûn parastina Musul, parastina Iraqê çiqas bi ewlehî û parastina Şengalê ve girêdayî dibînin?

Sala 2014’an de jî DAIŞ êrîşî civaka me ya Êzidî kir, êrîşî Şengal kir. Wî demî jî yê parastina Şengalê kirî û ji milê sinor ve hatin hewara civaka Êzidî gerîlayên azadiyê bûn. Piştî wan ew îrade li Şengalê ava bûye,  hêzên weke YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê hatiye avakirin û berxwedaniyek mezin çêbûye. Li her aliyek Şengalê xwîn hate rijandin, bedel hatin dayîn. Şengalê bi xwîna xwe rizgar kirin. Şengal ji xwe parçeyek ji Iraqê ye, lê rûxmê vê rastiyê artêşa Iraqê wî demî xwe li hemberî vê axê, vê civakê bi berpirsiyar nedît. Parastina wê demê ji bo azadkirina Şengal hate dayîn pêvajoyek dîrokî ye ku divê Iraq pê serbilind bûba. Ji ber heger wî demî ev êrîş pêkhatin, Şengal hatîba dagirkirin û ew berxwedanî nebûba Şengal diket destê çeteyên DAIŞ de. Lê DAIŞ li Şengalê hate şikênandin.

Weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk Ya Şengalê projeyek we ya çareseriyê heye gelo?

Me berê jî gelek caran aniye ser ziman weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê projeya me ya heyî pêkanîna projeya xweseriya demokratîke. Bi vê projê pirsgirêkên li Şengalê hene wê bêne çareser kirin, bi wê re yê civaka Êzidî bigihêje mafê xwe, hem di warê ewlehî de, hem çandî û her warî de. Ev proje ji rastiya dewleta Iraqê jî ne qute, ne ji zurufên destûra Iraqê qute. Di destûra Iraqê de jî heye ku her milet dikare xwe bi xwe birêve bibe. Navê wê dikin federalî lê pratîkê de vê yekê re piştgirî nînin û naxwazin bê meşandin. Lê em wek Rêveberîya xweser ya Şengalê heya dawî bi biryarin emê berxwe bidin. Emê heya projeya xweseriyê ser bikeve tekoşîna xwe bidin.

Em bêjin hikûmeta Iraqê vê projeyê heya dawî jî qebûl nekir û rêyên çareseriyê neman, hûnê çi bikin?

Raste heya îro hikûmeta Iraqê ji bo ev proje pêkbên, bo pêkanîna xweseriya demokratîk ya Şengalê alîkar nebûne. Ev 7 sal derbas bûn. Rûxmê miletê Êzidî ji fermanên giran derbas bûn, şûna ji civakê re alîkar bibe zextên xwe zêdetir dike, îrada heyî jî dixwaze tine bike. Wek rêvêriya xweser hem helwest hem soza me dayî diyar e, heya xweseriya Şengalê pêk neyê emê dest ji vê dozê bernedin û heya dawî jî em li pey soza xwe bin. Proje yê demek dirêj bixwe. Heya ji me tê emê bi hemû hêza xwe berxwe bidin û kar bikin. Em li ser vê bingehê ji aliyên siyasî re bang dikin, bila vê yekê wiha qebûl nekin. Bila ji Tirkan re qebûl nekin, dagirkirina wan qebûl nekin. Bi dagirkirina Iraqê re yê faşîzma xwe, dîktatoriya xwe bimeşîne û carekî din li ser Iraqê jî bimeşîne. Her kesî ku xwe berpirsiyar ji van pêşketin û pêşerojê re dibîne û dibêje ez hemwelatiyê Iraqê me divê erkê xwe pêk bîne û nehêle artêşa dewleta Tirk Iraqê dagir bike.

Ji bo civaka Êzidî tişta hûn bixwazin bêjin çiye?

Herî dawî jî em dixwazin peyama xwe bigihînin gelê xwe. Divê piştgiriya projeya xweseriya demokratîk ya Şengalê bikin. Ji berku ev proje bo çareseriyê ye. Projeya serkeftina Êzidxanê ye. Bo li hemberî van pêşketinên li Şengalê jî rû didin jî divê bi yekbûn û tîfaqa navxwe de bibe bersiv. Divê bi vê rêyê serî rakin û bersiva xwe jî bidin.

BERÎVAN ŞENGALÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button