Dewreya perwerdeyê ya endamên Asayîşa Êzidxanê bi serkeftî dawî bû

Dewreya perwerdeya fikrî û leşkerî ya Şehîd Vejîn ku li Akademiya Şehîd Şengal de hate dîtin, bi serkeftî bi dawîbû. Di merasîma dewreyê de, soza tolhildana şehîdan hate dayîn û hate gotin: “Hêzên Asayîşa Êzidxanê, ewlekarî, aramî û hêviya civaka Êzidî û Şengalê ye.”

Hêzên Asayîşa Êzidxanê li aliyekî xebatên xwe mezinkirinê dimeşînin, li aliyê din jî perwerdeyên pisporiyê û fikrî didin endam û namzetên nû yên fermandariyê. Di vê çarçoveyê de dewreya şehîd Vejîn ya li Akademiya Şehîd Şingal hate dayîn. Dewreya pisporiya leşkerî û fikrî ku ji bo 16 endamên asayîşê ku hatibû vekirin, bi merasîmekî bi dawî hat.

Di merasîma bi dawî hatina perwerdeyê de nûnerên Meclîsên Gel yên girêdayî Rêveberiya Xweser jî amadebûn.

Bi boneya dawî hatina dewreyê merasîmeke leşkerî ji aliyê endamên dewreyê ve pêkhat û piştre bi navê Fermandariya Asayîşa Êzidxanê Hogir Şengalî axivî. Hogir dewreya perwerdeyê li Rêber Ocalan, malbatên şehîdan, civaka Êzidî û endamên beşdarbûne pîroz kir.

Hogir Şengalî şehîdên 17’ê Îlonê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr bibîranî û soza tolgirtina şehîdan di merasîmê de da û dirûşmên, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bican, bixwîn, em bi terene ey Serok’ û ‘Şehîd Namirin’ gotin. Piştre Hogir Şengalî û endamên din yên fermandariya asayîşê, silav dan hemû endamên beşdarê perwerdeyê bûne û dewreyê li wan pîroz kir.

Bi navê Meclisa Gel ya Giştî ya Şengalê Xelef Qasim jî pîrozbahî li endamên dewreya perwerdeyê kir û got: “Em gelek kêfxweşin bi dawî hatina perwerdeya we ku di vê demê de êrîş pêkhatin. Her dewreyek temam dibe, dibe kelemek di çavê dijminan de. Hun ewlekarî û aramiya Şengalê ne, hun hêviya Êzidxanê ne. Bi navê hemû meclisa Êzidxanê serkeftinê ji were dixwazin. Serkeftin hevalno.”

Piştî axaftina Xelef Qasim, endamên asayîşê yên tevlî perwerdeyê bûn, sondxwarin. Wêneyê şehîd Vejîn ku endama rêveberiya ciwanan bû û li Şengalê di perwerdekirina ciwanên Êzidî de bûye xwedî kedeke diyar, dan du jinên ciwan yên Êzidî.

Piştî merasîmê şîrîniya xilasbûna dewreyê li ser endaman û mêhvanên amade hate belavkirin.

Merasîma bidawî hatina dewreyê, bi pêşandaneke leşkerî ya fêrbûnê dawî hat.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button