Xanesora Şengalê hate bombebarankirin

Piştî çiyayê Şengalê û qûntara wê balafirên şer ên dewleta Tirk navçeya Xanesorê ya Şengalê jî 2 caran pey hev hate bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirkir di saet 22.00’an de li dijî Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û gundê Teqil Beqil ê Derikê dest bi êrişên hewayî yên berfireh kir.

Bombebarana li Şengalê ev 3 saetin didome.

Navçeya Xanesorê ya Şengalê jî 2 caran li pey hev hate bombebaran kirin.

Têkildarî ziyana çêbûye ti agahî bi dest neketin.

ŞENGAL

Show More
Back to top button