Ji fermanê îrade, hêz û hişmendiya azad derxist  

Jinên Êzidî  ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de rastî hovîtiya herî mezin hatin, di 7 salan de ji parastin heta perwerde, siyaset, dîplomasî, civak, çand, ciwan  û ragihandinê  tora rêxistinî raçand, hişmendiya îradeya azad ava kir

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, pîrozî û hesasiyetên civaka Êzidî kirin hedef. Yek ji hesasiyên civaka Êzidî jî, jin e. Lewma çeteyên hov bi hezaran jin qetil kirin, revandin û li bazaran firotin. Cihên pîroz ên Êzdiyan jî wêran kirin.

Li gorî agahiyên fermî, wê demê li Şengalê û derora wê zêdetirî 500 hezar kes dijiyan. Di êrîşa çeteyan de bi hezaran hatin qetilkirin, hezaran jin û zarok hatin revandin. Bi sedhezaran kesan jî, xwe spastin Çiyayê Şengalê. Êşa herî mezin jin û zarokan kişandiye. Encamên lêkolînek di 2020’an de hatiye kirin jî vê rastiyê radixe ber çavan.

Li gorî lêkolînê di fermanê de 407 zarok bê dayîk man, 2 hezar 745 zarok bê dayîk û bav man, 3 hezar û 504 jin hatin revandin.

Ji xweliya xwe jinûve vejiyan

Dema Şengal li dorpêça çeteyan de bû, gelê Êzidî ku êdî baweriya wan bi tu desthilat û hêzên dewletan nemabû, jibo ku careke din bi fermanan re rû bi rû nebîne, bi hevkariya gerîlayên azadiyê, dest bi xwe parastin û rêxistinê kir. Jinên Êzidî jî, cara yekemîn dest bi xebatên parastin û rêxistinê kirin.

Sala 2016’an Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakrin û di şerê dijî DAIŞ’ê de pêşengî kir. YBŞ niha bi sedan şervanên xwe ve, parastina Êzidxanê dike. Her wiha di çarçoveya hişmendiya parastina cewherî de, YJŞ, jinan fêrî bikaranîna çekan dike.

Sîwaneya rêxistinkirinê: TAJÊ

Jinên Êzidî dîtin ku eger rêxistinkirî nebin, wê timî rûberûyê qirkirinê bimînin, lewma piştî qada parastinê, di warê civakî de jî xwe rêxistin kir û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku hemû xebatên jinan (pasatin, civakî, perwerde, siyasî û hwd) di nava xwe de dihewîne ava kir. TAJÊ ku 2016’an hate avakirin, bi hemû pirsgirêkên jinên Êzidî re eleqeder dibe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatên cûrbecûr dimeşîne, jinan perwerde dike, hewl dide di her qadê de îradeya jinan derxîne holê. Li hemû herêmên Şengalê TAJÊ xwe rêxistin kiriye, di hevdîtinên dîplomatîk û biryarên girîng ên derbarê Şengalê de jî bi nûnerên xwe cih digire. Di vê çarçoveyê de TAJÊ şaxên xwe li Sinûnê, Digur, Borik, Guhbel, Zorava, Xanesor, Navenda Şengalê, Serdeşt, Duhla vekirine.  Bi jinên ji pêkhateyên cuda re jî kar û xebat dide meşandin û hewil dide dengekî hevbeş derxîne û jinên Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve bike xwedî îrade.

Piştî TAJÊ, Tevna Alîkariya Jinên Êzidî (Weqif) hate avakirin. Tevna Jinên Êzidî jî li Iraqê û derveyî Iraqê bi mijarên girêdayî jinan re eleqeder dibe, jinên Êzidî yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne re eleqeder dibe, ji bo yên di destê DAIŞ’ê de mane jî werin rizgarkirin, di nava hewldanan de ye. Navenda Tevna Alîkariya Jinên Êzidî li paytexta Iraq Bexdayê jî heye. Ji bo dengê jinên Êzidî bigihînin cîhanê bi roleke sereke radibe. Her wiha derfetên kar ji bo gelek jinan li Şengalê afirandine û ev kar û xebat her diçe berfireh dibe.

Xebatên Çand û Hunerê

Yek ji qadê din a jinên Êzidî xwe bi awayek xweser lê rêxistin kiriye jî qada Çand û Hunerê ye. Ji bo parastina çand û hunera civaka Êzidî, dîroka wê, ziman û nirxên wê xebatê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de gelek jinên ciwan ên Êzidî di mijarên hunerî de perwerde kirine. Di bin navê Kevana Zêrîn de kar û çalakiyên xwe rojane dide meşandin.

Ragihandina xweser

Ji destpêka fermanê ve bi pêşengiya rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di êrîşa PDK’ê ya ser Xanesorê de şehîd bû, ragihandina xweser a jinên Êzidî jî hate avakirin. Gelek jinên ciwan ên Êzidî di mijara rojnamevaniyê de hatin gihandin ku êşên jinên Êzidî, têkoşîn û destkeftiyan wan bi cîhanê re parve bikin. Bi weşangeriyek dagirtî  (nûçe, dosya, bername û xebatên taybet) dibin pirek di navbera jinên Êzidî û yên derve de.

Di rêveberiyê de nûnertiya wekhev

Jinên Êzidî li gel girîngîdayîna rêxistin û xebatên xwe yên xweser, di nava xebatên hevpar û rêveberiya giştî ya Şengalê de cih digirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi nûnertiya wekhev û sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Li hemû herêman meclîsên herêmî hene û ew jî bi sîstema hevserokatiyê tên birêvebirin.

Qanûna partiyên siyasî ya Iraqê li gorî sîstema serokatiyêye, lewma di fermiyetê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) weke sîstema serokatiyê xwe rêxistin kiribe jî, di fiîliyatê de bi nûnertiya wekhev tê rêvebirin û rêjeyeke berçav a jinan di nava rêveberiyê, şandeyên hevdîtinê yên dîplomatîk de cih digirin.

Jin û zarokên ji destê çeteyan hatine rizgarkirin

Yek ji xebatên sereke yên ku TAJÊ pêre mijul dibe jî rizgarkirina jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞê ye. TAJÊ, bi pêşengiya YJŞ’ê û hemahengiya bi hêzên QSD’ê û Mala Êzidiyan a Rojava re heya niha hezar û 300 jin û zarokên dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê radestî malbatên wan kirine. Bi kesên hatine rizgakirin re taybet eleqeder bûye û bi pêwîstiyên wan bicîh anîne.

Li gorî lêkolînek sala 2020’an, xebatên taybet ên TAJÊ jî di nav de, hezar û 184 jin, 337 zilam, hezar 20 zarokên keç, 935 zarokên xort ji çeteyan hatin rizgarkirin. Hezar û 344 jin jî hîn di destê çeteyan de ne.

Pêşengiya çalakiyên dijî peymana Bexda-Hewlêrê

Jinên Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk, peymana Bexda-Hewlêr a dijî Şengalê jî, di refên pêş ên çalakiyên nerazîbûnan de cih digirin. Jinên Êzidî hem li qadê di çalakiyan de li pêşin, hem jî bi îradeyeke rêxistinkirî di nava şandeyên siyasî û dîplomatîk ên Şengalê de cih digirin û ji bo betalkirina peymanê bi şandeyên hevpar re serdana Bexda û Herêma Kurdistanê kirin e.

Jinên Ciwan

Rêxsitina  Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ)  kar û xebatên rêxsitinkirina ciwane dide meşandin.  Bi pêkhateyên Şengalê re hevgrtinek ciwanan çêkiriye. Di çalakiyên dijî dagirkerî, planên li ser  Şengalê û rêxistinkirinê de rolek girîng dilîzin.

Dikare bê gotin ku jinên Êzidî , di 7 salan de ji parastin heta perwerde, siyaset, dîplomasî, civak, çand, ciwan  û ragihandinê  tora rêxistinî raçand, hişmendiya îradeya azad ava kiriye.

 ROJNEWS-ÎBRAHIM ÊZÎDÎN

Show More
Back to top button