Şehîdên fermana 3’yê Tebaxê li Silêmaniyê hatin bibîr anîn   

Desteya Parêzgeha Silêmaniyê ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxê, bi tevlîbûna walî, cîgirên parêzgeha Silêmanî û karmendan, 5 deqe rawestiyan. Waliyê Silêmaniyê ragihand ku divê 3’yê Tebaxê bibe roja ‘Aştiya Nîştimanî’.

Îro salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Li tevahî Şengalê û cîhanê ev roj bi xemgîniyek mezin tê pêşwazîkirin. Li seranserê Kurdistan û Ewrupayê şehîdên Şengalê bi çalakiyên cûr be cûr tên bi bîranîn. Li Silêmaniyê jî şehîdên fermanê hatin bi bîranîn.

Li Avahiya Walitiya Silêmaniyê, bi tevlîbûna waliyê Silêmaniyê, cîgirên walî û karmendan, merasîmek rêzgirtinê hate lidarxistin. Li avahiyê 10 kêlî her kes ji bo bîranîna şehîdên Şengalê rawestiyan.

Piştî wê waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir axivî û got; “Nabe carek din ev suc ji bîra me biçe, divê em hemû bizanin em bi hevre kar bikin. Dijminên me wek yek li me temaşe dikin, ji bo vê divê em vê rojê bikin roja ‘Aştiya Nîştimanî’.

Heval Ebubekir derbarê vegera penaberên Şengalê de got; “Ji bo vegerê dema hemû zemîn hat avakirin, her kes dikare bi daxwaza xwe vegere ser xaka xwe.”

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Show More
Back to top button