Şehîdên Tilezêr û Sîbaya Şêx Xidir hatin bibîranîn

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê şehîdên komkujiya Tilezêr û Siba Şêx Xidir bi meşeke girseyî hatin bibîranin.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ya Şengalê şehîdên komkujiya Tilezêr û Siba Şêx Xidir bi meşeke girseyî hatin bibîranîn. Herwiha di meşê de peyamên girîng hatine dayîn û hat gotin ku “ji ber Şengal ne di destê zarokên xwe de bû lewma rastî ew qas êriş û komkujiyan hat. Şengal bi  saya Rêveberiya Xweser bêye xwedî îrade û dikare rê li ber hemû êrişan bigire.

Di ser komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê re 16 sal derbaz bûn ku di rojeka wekî îro de bi rêya 4 wesayîtên bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de zêdetirî ji hezar kesan bibûn qurbanî.

Ji bo bîranîn Şehîdên komkujiyê li bajarokê Tilezêr bi pêşengiya Meclisa Xweser û Demokratîk ya Şengalê meşek girseyî hate  lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘ Şehîd Namirin’, Bimire Xiyanet’ hatin berzkirin.

Meşa ku ji ber Meclisa Gel ya Tilezêr despê kir, bi hezaran  kes tevî aliyên siyasî YNK, Tiqedim, PADÊ, berpirsên leşkerî û serok eşîr û TAJÊ’ê beşdar bûn û heya çerxerêya 14’yê Tebaxê ankû cihê teqîn lê pêkhatî, dewam kir.

Livir peyam hatin dayîn û hate gotin ku yekane rêya pêşîlêgirtina fermanan ewe ku gelê Şengalê xwe biparize û birêve bibe.

Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayîf Şemo jî axivî û got: Ji bo rê li ber fermanan bê girtin, yekane rêya me heye ew jî xwe rêvebirine û xwe parastine. Heta niha tu kes li me xwedî derneketiye. Divê gelê me li xwe xwedî derkeve û hesabê fermanan ji dijminan bixwaze.  Ev meh ji bo me hemûyan meheke reşe û ji serê mehê heya dawiyê dijimin ji mere kiriye rojên reş. Emê bi yeketî û tifaqa xwe rê li ber hemû plan û konseptên qirêj bigirin.

Li ser navê Koordînasyona hêz û partiyên siyasî yên Şengalê Hisên Hecî  û Melbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî axivîn û banga vegera Şengalê li tevahiya civaka Êzidî kirin û ev peyam dan; “Ew qas sal derbas bûne lê heya niha hikûmeta Iraqê li me xwedî derneketiye û mafê civaka me ya Êzidî ne nedayeyê, ji bo ku em bikaribin bigihîn mafên xwe yên netewî û rewa.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal  axivî û da diyakirin ku  em dibînin piştî du fermanan careke din xelkê Tilezêr vegeriyaye ser xaka xwe. Ev ji bo dijminan peyama herî xurt û biwate ye. Dema em vegerîn ser xaka xwe û li derdora Rêveberiya Xweser ya Şengalê kom bibin, ewê tu kes nikaribe careke din siyaseta xwe ya qirêj li ser me bide meşandin. Her kes dizane bi xiyaneteke mezin gelê me du caran di komkujiyên mezin re derbas bû û kesên bûne sedema her du êrişan jî heta niha nehatine cezakirin.

Piştî merasîm bi dawî bû gel berê xwe da gundê Ezêr û Sîbaya Şêx Xidir.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button