Encamnameya Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çareseriya girtiyên DAIŞ’ê hate eşkerekirin

Encamnameya Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê hate eşkere kirin. Di encamnameyê de hate gotin; “Divê hemû alî, hêzên herêmî û cîhanî di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Pêwîste çareseriyeke lezgîn ji bo girtiyên DAIŞ’ê yên li Girtîgeha Sînana û malbatên wan ên li nava kampan bên peydakirin.”

Li Otela Dawa ya Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ ê’ danê siharê di saet 09:00’an de destpê kir. Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û Eniya Piştevaniya Rojava ve hate organîzekirin.

Di komxebatê de du panel hatin dayîn, di panelan de mijarên wek; tevgera çeteyan a li herêmê, bi fermî nasandina Rêveberiya Xweser û bandora wê ya li ser şerê dijî DAIŞ’ê, stratejiya şerê dijî terorê û berpirsyartiya hêzên navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, giringiya yekitiya netewî di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, metirsiya terorê li ser Iraqê, çarenûsa girtiyên DAIŞ’îyên Iraqî yên di girtîgehên Rojava de, komkujiya ku DAIŞ’ê li ser Êzidiyan pêkanî û metirsiya dubarebûna komkujiyan a li herêmê hatin nirxandin.

Kesên ku tevlî komxebatê bûn; “Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî, Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, endamê polîtbûroya YNK’ê Aram Qadir Xelat, siyasetmedarê Kurd Dr. Mihemed Emîn Pênciwênî, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla, siyasetmedarê Iraqî Eshad Îbadî, Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd, nûnerên Meclîsa Gel a Mexmûrê, Kakayî, Şebek, Kurdên Feylî û Rêveberiya Xweser a Şengalê.”

Komxebat bi ragihandina encamnameyê dawî bû.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

“Îro li bajarê Silêmaniyê bi navnîşana ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ bi tevlîbûna kesayetên siyasî, akademî, rewşenbîr ên herêma Kurdistan, Rojava û Iraqê hate kirin.

Armanca vê komxebatê ew e ku ji bo alî û hemû kesên li dijî çeteyên DAIŞ’ê taybet li dijî terorê, di derbarê metirsiya DAIŞ’ê ya Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Kurdistan, Iraq û hemû aliyên berpirsyar agahdar bikin.

Daxwaz dikin ku hemû alî û hêzên herêmî û cîhanî di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çareseriyeke lezgîn ji bo girtiyên DAIŞ’ê yên li Girtîgeha Sînana û malbatên wan ên li nava kampan bên peydakirin.

Xalên esas ên di komxebatê de derketin pêş wiha ne:

-Êrîşa dawî ya li ser Girtîgeha Sînnaa ya Hesekê hate kirin, dide nîşandan ku hê jî DAIŞ di nava liv û tevgerê de ye, ji bo hemû cîhanê metirsî ye.

-Divê tim piştevaniya navneteweyî hebe ji bo girtîgeh li gorî pîvanên girtigehên cîhanî çavdêrî û kontrol bê kirin. Ji bo careke din rewşa li Hesekê rûdayî rû nede.

-Ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê dadgehek li herêmên Rêveberiya Xweser bê avakirin, yan jî navxweyî lê bi piştevaniya navneteweyî.

-Pêwîste kar ji bo veger û girtina malbatên DAIŞ’ê bê dayîn ku vegerin welatên xwe. Her wiha ji bo çareseriyek hiqûqî divê alîkarî ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin.

-Li berçavgirtina rewşa aborî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a ji ber peymana Qeyserî  bêgirtin. Ji ber vê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ji ber vê yekê sûdê digire, dikevin tevgerê.

-Piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin ku rewşa gelan baş bibe, ji bo ku bernameyek bê amadekirin ku jin û zarok dubare tevlî civakê bibin.

-Deverên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, bûne navend û cihên leşkerî yên DAIŞ’ê. Divê li ser vê yekê hêz û aliyên herêmî zextê li dewleta Tirkiye bike ji bo ji van herêman ji bo DAIŞ’ê bûne navendên aramiyê derkevin.

– Tirkiye sûd ji DAIŞ’ê digire, alozî û tevlîheviyê li Sûriye, herêm û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî derdixe. Ji bo wê bûna xwedî helwestekî xurt a navneteweyî girîng e.

-Divê di derbarê rewşa DAIŞ’ê ya li herêmê li ser tewerê du alî çareseriyek hiqûqî bê peydakirin. Ji bo vê pêwîstî bi nîqaş û gotûbêja aliyê Sûriye heye ku çareseriyek peyda bike.

-Divê zêdetir di warê siyasî, aborî û leşkerî têkilî di navbera Herêma Kurdistan û Rêveberiya Xweser de hebe, di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê metirsiya wê ya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.

-Divê rewşa Şengal li ber çavan bê girtin, ji bo ewlekariyê piştevanî bê kirin ku welatiyên Şengalê vegerin. Piştî vê kar li ser  wê bê kirin ku di warê madî û menewî de alîkarî bê kirin.

-Girîngî dayîna hevkariya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Iraqî de li ser sînorên her du aliyan ji bo tevgera DAIŞ’ê ya li ser herêmê kêm bike ku berjewendiyên herdu aliyan biparêzin.

-Divê zexteke zêdetir bixin ser civaka navneteweyî ji bo vekirina deriyên Til Koçer û Rebîe ji bo çareseriya mijara aborî û rewşên mirovî.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button