Piştî sê salan jinan li Şerfedîn dua xwendin

Xelkê me bi hatina Çarşema yekem ya meha Nîsanê re pîştî sê salan karin serdana cihê xwe yê pîroz Şerfedîn û ji bo azadiya Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan û xweseriya Şengala xwe Dua bikin

https://www.youtube.com/watch?v=V1eybf2oJag

Li Şengalê bi hatina werza Biharê re bi taybet di meha Nîsanê de cihên pîroz hin zêdetir wate qezenc dike. Hemû cihên pîroz bi rengên biharê tên pêşwazîkirin. Jinên Şingalê li cihên pîroz ji rê û resmên ku bawer dikin ji bo hemû tiştan dua dikin nezir digrin û daxwazên xwe tînin ziman. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jinên Şengalê serdana cihê herî pîroz yên xelkê me Şerefedin kirin. Jin pîştî sê salan karin biçin Şerfedinê û daxwazên xwe bînin ziman. Qasim Şeşo ev sê sale dest daniye ser ziyareta Şerfedîn îsal jin çun ser ziyaretê û ji bo azadiya Rêber Ocalan û xweseriya Şengalê dua kirin.

JİNAN Jİ BO XWETEKÊN XWE DUA KİRİN

Endama TAJÊ Dayê Xoxê li ser Şerfedînê ev axaftin kir: “Em li vê derê cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Bi xweşiktiya vê rojê re li Şerfedinê emê daxwaza ji girtiyên li zindanan û mirovên me yên hîna jî di destê çeteyên DAIŞ’ê dene ji bo bigihin azadiya xwe û xudê ji bo me jî rehma xwe bike ye. Daxwaza me ewe ku yên Êzidine ji bo Êzidibûna xwe têkoşîn û xebat bike. Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.”

Endama Meclîsa jinan TAJÊ Hemşe Şengalî jî li ser cejna Çarşema Serê Salê hestên xwe wiha anî ziman: “Em weke meclîsa jinan a TAJÊ her sal di vê cejna Çarşema Sor de em serdana cihê xwe yê pîroz Şerfedin. Yê ku îxanetê li çiyayên me bike bila li beramberî pîroziya Şerfedinê parçe bibe. Em xwedîyê vê axê ne û em bi keda xwe xwe li ser lingan digrin.”

ÇAVKANÎ: ELMAS NAİF-SÎTÎ ROZ-JİNHA

Show More
Back to top button