‘Pêwîste dengê jinên Êzidî bigihe hemû cîhanê’

Beşdarvanên konferansa jinên ji pêkhate û baweriyên cûda ku dibin pêşengtiya TAJÊ de hat lidarxistin, dan zanîn ku divê konferansên wiha berdewam bikin û dengê jina Êzidî bigihe hemû cîhanê. Her wiha gotin divê jinên her çar parçeyên Kurdistanê hevkariya jinên Êzidî bikin.

Roja 12’ê Tebaxê li Silêmaniyê dibin pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de bi boneya salvegera komkujiya Şengalê konferansek pêkhat. Konferans bi dirûşma :“Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngaveke ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” bi tevlîbûna jinên Êzidî, Kakeyî, Zerdeştî, Feylî û Mesihî hat lidarxistin.

Jinên tevlî konferansê bûne, di derbarê giringiya lidarxistina konferansê û encama wê de ji ajansa me re axivîn.

Jina Êzidî ya bi navê Zozan Simo diyarkir ku berdewambûna konferansên bi vî rengî giringe û wiha got: “Jinên Êzidî gelek nexweşî û zehmetî dîtine. Rûbirûyê gelek komkujiyan hatine. Ev êş ya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Lidarxistina konferansên bi vî rengî giringe û em dikarin bi rêya van çalakiyên wisan dengê xwe bigihînin cîhanê û mafên xwe bidestbixin. Dijmin dema êriş dike, destpêkê jinan hedef digre. Îro jinên Êzidî dikarin li ser lingê xwe rawestin û hertiştî ji bo parastin û mafên xwe bikin. Em dixwazin di nav xweşiyê de li ser xaka xwe bijîn.”

Dayê Kurdistan jî yek ji beşdarvanên din ên konferansê ye, Dayê Kurdistan behsa giringiya lidarxistina konferansê kir û got: “Lidarxistina vê konferansê giring bû. Divê jinên Êzidî pêngavan ber bi azadî û serkeftinê ve bavêjin. Ji berku gelek zor û zehmetî dîtine. Divê dengê jinên Êzidî ku hatiye qutkirin, bi hemû cîhanê bigihe.”

Di dewamê de Dayê Kurdistan daxwaz kir ku jinên her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin xebata jinên Êzidî û mîna wan xwe birêxistin bikin.

Jina bi navê Edîle Elî jî da zanîn ku ew konferansê baş dinirxînin û got: “Pêwîste mehane carek konferansên bi vî rengî ji bo jinên Kurd bi taybetî jî jinên Êzidî werin lidarxistin. Ev konferans gelek giringin.”

Edîle Elî di dewamê de got ku, civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî gelek qurbanî dane û bêdadiyek gelek mezin li hemberî jinên Êzidî hatiye kirin. Ji bona wê divê bi rêya van konferansan dengê wan bigihe cîhanê.

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button