Komploya ser civaka me berdewam e

Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ragihand ku çarenûsa  zêdetirî hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e. Her wiha destnîşan kir ku kesên ferman pêk anîne, li ser Şengalê li hev dikin û komployan pêk tînin û ji bo rizgarkirina jinên revandî ne cidî ne

Di dirêjahiya dîrokê de 74 ferman bi serê êzidiyan hat. Herî dawî di 3`yê Tebaxa 2014`an de dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir ku warê bingehîn ê êzidiyan e, şêniyên wê kuştin, dan koçberkirin û revandin.

Li gorî daneyên nivîsgeha rizgarkirina êzidiyên revandî, di roja yekemîn a êrişan de, hezar û 293 êzidî hatin kuştin, zêdetirî 68 cihên olî hatin wêrankirin. Heta niha 80 gorên komî yên wan qurbaniyan hatin dîtin.

Li gorî daneyên saziyên êzidiyan, çeteyên DAIŞ`ê 6 hezar û 417 êzidî revandin, di nav de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Di operasyonên rizgarkirinê de 3 hezar û 537 êzidî hatin rizgakirin di nav de hezar û 201 jin, 339 mêr, hezar û 43 keç û 954 kur hene.

Her wiha li gorî jina êzidî ku piştî 7 salan ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin a bi navê Neclaa Seîd Ismaîl, jinên êzidî û zarok vediguhêzin herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de yên li Iraq û Sûriyê. Hinek din birin Tirkiyê.

Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ji ANHA`yê re axivî û got hîna çarenûsa  zêdetirî hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e.

Leyle Îbrahîm wiha domand: “Di 2014`an de DAIŞ`ê êrişî Şengalê, navçe û gundên girêdayî wê kirin. Komkujî, darvekirina komî li dijî êzidiyan pêk anîn. Ew di gorên komî de hatin veşartin ku hîna gelek ji wan goran nayên zanîn.”

Leyla Îbrahîm wiha pê de çû: “Di êrişan de bi hezaran jinên êzidî hatin revandin, kuştin û di nava sûkan de hatin firotin. Çeteyan tevahiya cureyên tundiyê û îşkenceyê li dijî wan pêk anîn. Di dirêjahiya dîrokê de, gelek komkujî bi ser me de hatin. Hemû jî li ser destê osmaniyan bûn. Armanc jî qirkirina êzidiyan e.”

Leyla Îbrahîm da xuyakirin ku civaka Êzidî civakeke aştîxwaz e, bi pêkhateyên din re mîna bira dijîn, neheqiyê li kesekî nakin, ruxmî wê jî her tim bûye hedefa dijminan di sêrî de dagirkera Tirk.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina jinên êzidî yên revandî, Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzidî hat avakirin. Li ser wê bingehê, bi dehan jin ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ’ê ve di pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

`HIKUMETÊN IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DER BARÊ HEWİLDANÊN RIZGARKIRINA JINÊN REVANDIN DE NE CIDÎ NE`

Di 9`ê Cotemeha 2020`an de bêyî girtina nêrîna şêniyên Şengalê, hikumeta federal a Bexdayê û PDK’ê ragihand ku her du alî têkildarî birêvebirina Şengalê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) gihaştine lihevkirinekê.

Der barê vê yekê de Leyla Îbrahîm got : “Êzidî hîna ew komkujiyên ku li dijî wê ji aliyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hatine, ji bîr nekirine. Li şûna ku alîkariya şêniyan bikin, her du hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser hesabê şêniyên Şengalê peymanan îmze dikin.”

Leyla Îbrahîm piştrast kir ku divê nêrîna şêniyên Şengalê di ber çavan re were derbaskirin ne ku werin paşguhkirin.

Leyla Îbrahîm di dawiyê de banga rizgarkirina jinên êzidî yên revandî kir û ev yek diyar kir: “Mixabin xuya ye rewşa jinên êzidî yên hatine revandin ji bo hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê ne girîng e. Ji ber ku ew di hewldanên rizgarkirina jinên revandî de ne cidî ne.”

ÇAVKANÎ: SILAVA ABDUREHMAN- QAMIŞLO-ANHA

Show More
Back to top button