Jinên Êzidî û Ereb bi hevre dijî komployê meşiyan

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşek girseyî li dar xist. Meşa jinên Şengalê ya ji jinên Êzidî û Ereb ve pêkdihat ji gunde Barê dest pê kir heta gundê Xelefa berdewam kir

Di meşê de pankarta “Bi têkoşîna jinên Êzidî û Êreb wê xweseriya Şengalê mîsoger be” hat vekirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliye endama TAJÊ Suham Dexil ve hate xwendin.

Di daxwuyaniyê de wiha gotin: “Em soz dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê wiha bû; “Em weke Êzidî heta niha bi 74 fermanan re rûbirû mane. Jinên Ereb jî Rêber Apo wekî rêberê xwe dîbinin. Her  wiha komploya li ser Rêber Apo hatî pêşxistin di heman demê de komployeke li ser jinên êzidî, êreb û hemû jinan hatiye pêş xistin.  Îro civak di şexsê jinan de tê parçekirin. Her wiha çareserî jî di yekîtiya jinan de ye. Em jinên êzidî û ereb li ser vê axa pîroz bi hezar sala ne ji hev hatine dûrxistin û pir caran dijminatî di navbera me de hatiye pêşxistin. Lê îro êdî bi fikir û felsefeya Rêber Apo em wan tevahiya komplo û lîstokan dibînin. Em jinên Ereb, Kurd, Tirkmen û hwd. çiqas bibin yek, xwe bi rêxistin bikin emê ewqas bikaribin şer û pevçûnên li ser axa me tên kirin bidin sekinandin.”

Daxwuyanî bi van gotinan berdewam kir; “Em jinên êzidî û ereb azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Em xwedî li fikrê rêberê xwe û Rêbeveriya Xweser derdikevin. Her wiha di salvegera 23’yemîn de em Komploya Navneteweyî bi tundî şermezar dikin û em di têkoşîna xwe de azadiya Rêber Apo ji bo xwe armanca sereke û esas dibînin. Em soz dikin ku heta rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bi pêşengtiya jinên êzidî û ereb bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin. Azadiya Jinên Şengalê dê Xweseriya Şengalê mîsoger bike.”

Di dawiya daxwuyaniyê de ev bang hate kirin; “Banga me ji bo hemû jinên Şengalê ew e ku em li derdora Rêber Apo kom bibin xwe bi rêxistin bikin û komployê vala derbixin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan hate bidawî kirin.

Show More
Back to top button