‘Ya PDK li Şengalê dike daxwazên Tirkiyê ye!’

Pêşmergeyê dêrîn ê Başûrê Kurdistanê Osman Mihemed diyar kir dewleta Tirk dixwaze êrîş û dagirkeriya xwe bi destê PDK’ê ne tenê li ser gelê me ye, di şexsê gelê me de li ser hemû gelê Kurd dixwaze pêk bîne

Pêşmergeyê dêrîn Osman Mihemed ji bo piştgirî bide berxwedana xelkê me serdana Şengalê kir. Mihemed di wê baweriyê de ye ku divê her kes xwedî li wê berxwedanê derkeve.

Pêşmergeyê Dêrîn Osman Mihemed di destpêkê de cejna Çarşema Serê Salê li Êzidxanê pîroz kir û diyar kir ku sedemê êrîşên li ser Şengalê ew e ku li Şengalê fikrekî nû ya ku jê re tê gotin fikra Apoyî geş dibe.

‘LI SER DAXWAZA TIRKIYE ÊRÎŞ Û GEF PÊK TÊN’

Mihemed wiha domand: “Weke em zanîn di dîrokê de gelek ferman û hewldanên qirkirinê ango jenosîde hatiye pêkanîn. Tişta li vê derê derket ew e ku PDK bi vî rengî nêzîk bû, di demekê de ku xwe wek qewmî dizanin. Bi nêrîna min ev yek li ser daxwazê dewleta Tirk pêk hat, wate wisa bike ku Kurd hevdu negirin û yekîtiya netewî ya Kurd pêk neyê. Ji bo pêkanîna vê yekî ji kû derê destpê kir; ji cihê kok û resentiya Kurdan hem di warê bîr û bawerî ku ayîna wan e û hem jî di aliyê hizra netewî de ku heya niha beşa herî paqij a Kurd li vê derê maye destpê kir.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE BI DESTÊ PDK’Ê QIRA KURDA BÎNE’

Pêşmerge Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê dixwaze êrîş û qirkirinê li ser civaka me, dixwaze li ser hemû gelê Kurd pêk bîne û wiha pêde çu: “Dixwazin wisa bidin diyarkirin ku eger ew nebin vê gur gelê Êzidî bixwe. Weke ku eger ew nebin Kurdbûn nîne. Dîsa eger ew nebin di warê fîzîkî de tiştek bi navê Kurd tIneye. Ew yek ne tenê rast nîne, ber ku ew yek pêkanîna daxwaza dewletan û bi taybetî dewleta Tirk e. Dixwazin wisa nîşan bidin ku kesayetiya takê Kurd kesayetiyeke bê hêz e û nikare xwe rêvebibe. Tişta ku dagirkerên berê yên Kurdistanê nehiştin ku Kurd bibin xwedî statû û sîstema xwe ya siyasî; li vê derê ya pêk tê berdewama wê ye.”

Pêşmergeyê Dêrîn Osman Mihemed anî ziman ku eger pêşmergeyek li hemberî vê yekê bêdeng bimîne şermek mezin ê û ev bang kir: “Eger PDK û pêşmerge dilsoz bin, divê bi xwe birûnin û binirxînin ku li kû derê sekinîne û li hemberî nêzîkatiyên dijberî gelê xwe bisekinin û qebûl nekin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button