Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Şîlan Goyî bi bîr anî

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî di êrişeke esmanî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji ber şehadeta fermandara YJA Starê Taybet Bîlen bi nasnav Şîlan Goyî ku 8’ê Cotmeha 2021’ê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû daxuyaniyek da.

Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî ku di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, yek ji wan gerîlayan bû ku di dema fermanê de bi hawara Şengalê ve çû.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê fermandar Şîlan Goyî bi bîr anî û sersaxî ji tevahiya gelê Kurdistanê û malbata Şîlan Goyî re xwest.

Saziyê di destpêka daxuyaniyê de di şexsê Şîlan Goyî de şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û sersaxî ji malbata Şîlan Goyî re xwest.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şehadeta her têkoşereke azadiyê ji bo wan cihê xemgîniyeke mezin e, lê di heman demê de şehîd ji bo wan mertebeya herî bilind e.

Saziyê diyar kir ku li ser welatê wan êrişeke giran a dagirkerî û qirkeriyê heye, li hemberî vê yekê jî gerîlayên azadiyê berxwedan û lehengiyeke bêhempa nîşan didin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di oxira azadiyê de bi hezaran leheng hatin dayin û yek ji wan jî fermandar Şîlan Goyî bû.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şîlan Goyî di dema fermanê de berê xwe da çiyayê Şengalê û bi sekna xwe ya leşkerî di dilê xelkê Şengalê de bû xwedî cihekî germ.

Saziyê ragihand ku Şîlan Goyî ji bo keç û xortên Êzidxanê bi coşeke mezin kar kir û bi sekna xwe ya jin a azad timî serketin danî ber xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi van taybetmendiyên xwe yên giranbuha demeke dirêj li Şengalê kar kir, kedeke pîroz da û her kes jê dilxweş bû. Em dikarin bêjin ku hevala Şîlan xwe xiste nava dilê jin û zarokên Êzidxanê hemûyan.”

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê diyar kir ku Şîlan Goyî mîna gelek hevalên xwe bi hawara zarok û jinên Êzidxanê ve hat, heta roja xatirxwestinê ew êş parve kir.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji tevahiya gelê Kurd re hate xwestin.

ANF-ŞENGAL

Show More
Back to top button