TAJÊ: Emê Jibo azadiya Rêber Apo heta dawî têbikoşin 

 TAJÊ destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdek li ser xwe dibînin, hebûn û îradeya wan li Îmraliyê dibin tecrîdê de û ev jî tê wateya domandina metirsiya li ser Şengalê, lewma ewê heta dawiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin

https://www.youtube.com/watch?v=c84w6z2etxY

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyaniya ku li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê hat dayîn, ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’ê Suham Şengalî ve hat xwendin.

Suham Şengalî bibîr xist ku ev demek dirêje agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin, dewleta Tirk a dagirker nahêle malbat û parêzer biçin serdanê û bersiva serlêdanan nayê dayîn.

Suham Şengalî destnîşan kir ku hêzên desthiladar dixwazin bi girankirina tecrîdê gel fêrî jiyanek bê Rêber Abdullah Ocalan bikin û wiha dom kir: “Jiyaneke bêyî Rêbertiyê jiyanek bê vîn û azadî ye. Li seranserî Kurdistanê, bi taybet li Başurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê yên wekî PDK’ê, dest bi êrîşek berfireh kirine. Lê bi berxwedana dîrokî ya gel û gerilla, berxwedana mezin a Rêber Apo re wê tevahiya êrîşan û tecrîd vala bên derxistin.”

Suham da zanîn ku ew wek civaka Êzidî, bi taybet jinên Êzidî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, wekî tecrîdek li ser xwe dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hebun û îradeya me li Îmraliyê dibin tecrîdê de ye. Ji bo vê jî wê hertim metirsî li ser Şengalê, bi taybet  liser civak û Jinên Êzîdî berdewam bikin. Di nav 2 salên dawî de diyar bûye ku li ser Şengalê pilangeriyek mezin tê meşandin. Bi pevpeymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Kazimî û PDK’ê de pir zelal tê dîtin ku pergala desthilatdar û faşist vîna azad a gel qebûl nake.”

Suham diyar kir ku wekî TAJÊ ew pergala Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan wekî çareseriya hemû pirsgirêkên civakî û siyasî dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewma divê were pêkanîn. Ji bo vê jî divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê mîsogerkirin. Wek Jinên Êzîdî û civaka Êzîdî em çareserî û pêşeroja xwe di nav pergala Xweseriya Demokratîk de dibînin. Ji bo vê jî emê ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî hertim têbikoşin. Em bang li mirovahiya azadîxwaz, gelê Kurd, jin û ciwanan dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button