Li Dihokê welatiyek me dawî li jiyana xwe anî

Hate ragihandin ku dûh di saetên êvarê de li Kampa Xankê ya ser bi Dihokê ye, welatiyek me yê din dawî li jiyana xwe anî

Li kampên herêma Kurdistanê buyerên xwe kuştinê bi dawî nabe.

Rojnews ragihand ku di saetên êvarê de li Kampa Xankê ya girêdayî bajaroka Sêmêl a Dihokê, welatiyekê me yê bi navê (E.X) temen 34 salî ji ber sedemek nayê zanîn bi çekê dawî li jiyana xwe anîye.

Li gorî zanyariyên hatin girtin, (E.X) xelkê gundê Guhbel e. Ew jî weke hezaran penaberan ji dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an ên li ser Şengalê ve, tevî malbata xwe li Kampa Xankê dima.

Hêjayî bibîrxistinê ye di meha borî de jî li nava kampên koçberan ên Dihokê çend bûyerek xwekuştinê pêkhatin. Lê di derbarê sedema xwekuştinan de heta niha aliyên peywendîdar ti daxuyaniyek nedane.

 

 

Show More
Back to top button