Artêşa Iraqê piştî Dîgurê hewl dide Asayîşa Sinûnê û Xanesorê jî dorpêç bike

Li Şengalê piştî komelgeha Dîgurê artêşa Iraqê niha jî navenda Asayîşa Sinûnê û ya Xanesorê dorpêç kiriye û daxwaz dike ku Asayîşa Êzîdxanê dest ji van noqteyan berde. Li navenda şengalê jî rêyên sereke ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.

Li Şengalê hewldanên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirin û desteserkirina navendên Asayîşa Êzîdxanê berdewam dike.

Piştî ku artêşa Iraqê hewlda seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Dîgurê desteser bike, şer û alozî derket. Di van kêliyan de jî artêşa Iraqê dixwaze navenda Asayîşa Êzîdxanê ya li nahiya Sinûnê û Xanesorê dorpêç bike.

Artêşa Iraqê bi vê armancê hêzeke mezin a leşkeri li derdora navenda Asayîşa Êzîdxanê ya Sinûnê û Xanesorê bicih kiriye.

Îro di saetên piştî nîvro de, artêşa Iraqê hewl dabû dest deyne noqteya Asayîşa Êzîdxanê ya Dîgurê û rê li ber şer û pevçûnê vekiribû.

Di van kêliyan de dorpêça artêşa Iraqê ya li Dîgurê, Sinûnê û Xanesorê berdewam dike.

Her wiha artêşa Iraqê li navenda Şengalê jî ketiye nav liv û tevgerê. Li gor agahiyên dawî artêşa Iraqê rêyên sereke yên navenda Şengalê girtine.

Hêjayî bibîrxîstinê ye ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê di şeva 17’ê Nîsanê de dest bi operasyoneke nû ya dagirkirinê kiriye û bi awayek hemwext artêşa Iraqê jî li hemberî îradeya gelê Şengalê dest bi pêleke nû ya êrîşê kiriye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button