Çarçoveya Hemahengî ya Şie: Em amadene li gel hemû aliyan baxivin

Endamê Çarçoveya Hemahengî ya Şie Waîl Rikabî, diyarkir Çarçoveya Hemahengî ya Şie amadeye li gel hemû aliyan dest bi danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bike. Her wiha da zanîn ew amadene dest ji hertiştî berdin, lê tenê ew dixwazin koma herî mezin avakin û serokwezîr ji wan were hilbijartin.

Heşt meh di ser hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê re derbas dibin, lê heta niha aliyên siyasî yên Iraqê ji ber nakokiyên xwe yên siyasî nekarîne hikûmeta nû avakin.

Di derbarê hewildanên avakirina hikûmeta Iraqê de Endamê Çarçoveya Hemahengî ya Şie Waîl Rikabî di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got, “Çarçoveya Hemahengî amadeye giftûgo û diyalogê li gel hemû komên siyasî bike. Ji beriya hemûyan jî Tevgera Sedir bi armanca avakirina koma herî mezin.”

Rikabî da zanîn Çarçoveya Hemahengî amadeye dest ji hemû tiştek berde, lê tenê ji bilî koma herî mezin û serokwezîrtiyê.

Her wiha Rikabî got ku wê hemahengî û danûstandin bikarin dawî li zextên siyasî bîne û ragihand Çarçoveya Hemahengî amadeye hemû deriyên danûstandinê li gel aliyan de veke ji bo avakirina koma herî mezin a Şie.

Di dewamê de Rikabî da zanîn ku rewşa siyasî ya Iraqê bandorek xirab li ser rewşa welatiyan jî kiriye. Hişyariya wê yekê jî da ku rêjeya aciziya gel her ku diçe zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan Rojnews

Show More
Back to top button