Ji bo gundê xwe ji nû ve ava bike ji Elmanyayê vegeriya Şengalê

Ednan Manî piştî 8 salan ji Elmanyayê vegeriya Şengalê. Manî got, "Nikarîbûm li wan deran bimam. Gelekî kêfxweşim ku vegeriyame. Ji ber ku ji bo welatê xwe kar dikim. Ez di wê baweriyê de me ku em ê di nava çend salên bê de Mamîsê ji nû ve ava bikin."

Di nava dilê her mirovek Êzidî de Şengaleke veşartî heye. Ev Şengal ne li deştê, li çiyayên asê li nava dol û newalên ku tê de dengê zar û zêçên vê axê jê tê de ye. Ew Şengal a ku geh di rojên pîroz de ji nava newalên wê dengê tilîliyên dayikan û geh jî di fermanan de ji serê zinarên wê qêrîna keç û bukên wê jê tê, lê car din jî Şengal heman Şengal e.

Çiyayên Şengalê ji berê ve tevahî civaka Êzidî di hembêza xwe de parastiye, gel li nava her dol û newalekê van çiyayan de Qub û malên xwe avakirine. Em dikarin bêjin ku bi sedan gund ji berê ve li çiya û newalên Şengalê hebûn, lê di serdema Sedam Hisên de gel ji van çiyayan hatin qutkirin. Ji bo hedar li çiya nebe tevahî kaniyên zêrîn bi qîra ji eqliyeta xwe korkirin û gel neçar ma ku xwe berde nav gund û navçeyên Şengalê yên niha.

Yek ji van şûnwarên kevin jî gundê Mamîsê yê ku dikeve Bakurê newala Kersê ye. Em jî weke gelek kesan ji wî gundî bê xeber bûn, lê dema me berê xwe da rêya ku diçe Serdeşta çiyayê Şengalê, di rê de çavên me bi komek karkeran ket û vê yekê bala me kişand. Karkeran rê ji vî gundê ku me navê wî nedizanîn re çêdikirin.

MAMÎSÊ 

Gundê Mamisê berê sedê salan bi qasî 20-30 mal lê dijiyan. Ev gund li nava sêgoşeya çiyayan de ye. Di çiyayan de jî gel ji xwe re şikeftên xwezayî mezin kirin û li wir jiyane. Ji berê ve ev dever tev bi darên fêkî tejî bûn e, darên weke Hejîr, Gêlaz, Hinar, Gûz û Tû lê hebûne. Şêniyên gund tev bi van daran û lawirvaniyê debara xwe kirine. Hinek dûrî gund bîrek heye bi navê  ‘Guharê’ ku hê di wê demê de ji aliyê şêniyên gund ve bi dest hatî kolan ku hê jî ava wê diherike.

‘WARÊ KESEKÎ DIN TI CARÎ NABE YÊ TE’

Heya berî salekê jî Mamîsê tenê dikarî bi dîwarên malên xerabe yên dîroka sedê salan bêje ez heme. Lê neviyên gundiyên Mamîsê ji bo ku dîroka wan tune nebe gundê xwe ji nû ve ava dikin. Yek ji wan kesan jî Ednan Manî ye. Bi rexmê ku Manî ji beriya fermanê berê xwe dabû welatên derve, lê bi hesreta welatê xwe nekarî û bi malbata xwe re berê xwe da Şengalê. Ednan dibêje “Ez di ferqa wê de bûm ku warên xelkê tu car nabe yê me, ji bo ku em jî bikarin azad jiyan bikin, encex em warê xwe ava bikin û biparêzin.”

Ednan Manî bi xwe li bajoarokê Sinûnê yê girêdayî Şengalê dijî, lê ew dixwaze mala xwe ya gund ava bike û êdî li gund jiyana xwe berdewam bike. Bê guman di gundekê vala de jiyankirin zehmet e, lê Ednan bi keda xwe kiriye ku gelek kesên wî gundî jî bixwazin vegerin.

DI HER BIHOSTEKE XAKA WÊ DE HÊVIYEK HEYE

Yek ji wan karên Ednan Manî kirî ku hêjayî teqdîrê ye çandina daran e. Dema ku ji dûr ve me li rezê ku Ednan qala wê dikir temaşe kir, tenê me ax û kevirên di quntara çiya de dît, lê demê em çûn nav, me dît ku Ednan bihost bi bihostê wê axê bi darên cûr be cûr nexişandibû. Vê yekê weke dilê Ednan û malbata wî û dilê me jî bi xweşî û hêviyan tejî kir. Ednanê ku bi keda xwe serbilind bû ji bo wê bi van gotinan qala girîngiya vegera axê û avakirina gundê xwe dikir: “Ev 8 sal bûn ku em derbazî welatên derve bibûn. Lê min nedikarî li wan deran bimînin. Dema min ji malbata xwe bihîst ku erdê me li gundê Mamîsê heye, min yekser malbata xwe girt û em hatin Şengalê. Ev saleke ku em hatine, ez bi vegera xwe gelekê şa me, ji ber ku li warê xwe ez çiqasê xwêdanê birijînim jî her dîsa ji bo me ye. Ji bo wê jî niha ez li gundê xwe daran diçînim. Divê Êzidî ji xwe re bikin. Em gelek westiyan, lê ez pê şadim ku hinek mirovên me li Elmanyayê ne û wan jî gotin emê werin. Înşallah emê Mamîsa xwe di nava çend salên din de ava û şîn bikin.”

YÊN KU LI GUNDÊ MAMÎSÊ KEDÊ DIDE NE TENÊ EDNAN E

Ednan her roj dema berê xwe dide nava baxçeyê rezan, bêyî hevalê xwe yê biçûk Xeyrî daran av nade. Xeyrî jî bi dileke geş her roj ji bavê xwe re dibe alikar û li gel bavê xwe çavdêriya mezinbûna yek bi yekê darên fêkiyan dike. Xeyriyê biçûk zarokatiya xwe dûrî welat derbaz kiriye. Ji ber wê jî piranî hevalên wî li Elmanya ne, lê ew ji halê xwe pir memnûn e. Wî dixwest tevahî hevalên wî jî vegerin gundê Mamîsê. Di çavên reş yên Xeyrî de mirov bi rengek vekirî keyfxweşiya wî ya li gund didît û dixwend.

EVÎN ZENDA- ŞENGAL-ANF

Show More
Back to top button