Li Nûnertiya PADÊ bîranîna qurbaniyên fermanê û semîner

Li Nûnertiya PADÊ ya Silêmaniyê, qurbaniyên fermana 74’an hatin bîranîn û têkildarî mijarê semînerek hate dayîn. Di semînerê de bi taybet li ser yekîtiya navxweyî ya Êzidiyan hate sekinandin.

îro li nûnertiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê, qurbaniyên fermana 74’an hate bîranîn. Ji derveyî Êzidiyên koçber, welatiyên Başûrê Kurdistanê jî beşdarê bîranînê bûn. Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hate nişandan.

Hevseroka Dîwana Meclîsa Xweser a Şengalê Rehme Hesen ku merasîmê birêvebir, li ser sedema fermanê, hişyarbûn û bi îradebûna Êzidiyan a piştî fermanê kir û got: ‘ew îradeya bihêz a li Şengalê û di navaRehme Hesen peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda û Hewlêrê ya dijî Şengalê jî bibîxist û got: ‘Dixwazin fermaneke spî bînin serê me. Eger peymana 9’ê Cotmehê pêk were, ewê bibe fermaneke din li ser Êzidiyan’.

Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd jî di bîranînê de axaftinek kir û dazanîn, hîn jî ferman li ser gelê Êzidî û giştî Kurdan berdewame. Ronak Mecîd her wiha got; ‘Divê em yekîtiya xwe pêkbînin, ji bo planên têk bibin.’

Êzidiyan de pêşketiye, bi ti fermaneke din naşike’.

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Show More
Back to top button