‘Vegerin ser xaka xwe ya pîroz’

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan li Sinûnê bi endam û berpirsên taxan re civiya

Beriya ku civîn despê bike deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdan hate girtin. Destpêkê behsa rewşa rêxistinî ya PADÊ hate kirin.

Piştre jî behsa rewşa siyasî, pîlanên li ser Şengal û civaka me tên meşandin hate kirin. Herwiha yek ji mijara sereke ya civînê vegera gel ya ji bo Şengalê bû. Bang li hemu xelkê me hate kirin da ku vegerin ser axa xwe ya pîroz.

Piştî nirxandinên rêxistinî, li ser rewşa siyasî ya Iraqê, peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, nêzîkatiyên Hikumeta Iraqê ya li hemberî civaka me hate axaftin. Di civînê de hate gotin ku li ser Şengalê gelek pîlan hene, taybet jî Iraqê bi pêkanîna peymana 9’ê Comehê dixwaze îradeya xelkê me tine bike.

Herwiha hate gotin ku di nava pîlanên li ser Şengalê de hinek aliyên Êzidî jî hene, divê nekevin xizmeta dijmin. Aliyek din yê pîlanan jî dixwazin bi navê qanûna civaka me bê îrade bikin, ciwanan binçav bikin, divê li hemberî vê gel hişyar be.

Mijarek din a civînê hilbijartinên pêşwext yên Iraqê bû. Di civînê de hate destnîşankirin ku PADÊ partiyek serbixwe ya Êzidiyane û wê bi xwe bi lîsteyekê biçin hilbijartinê. Hate diyarkirin ku ji bo dengê Êzidiyan belav nebe, ewê bi kota neçin hilbijartinê.

Mijarek din a girîng ya civînê vegera penaberên Êzidî ya ji bo Şengalê bû. Di civînê de bang li penaberên me yên di nava wargehan de hate kirin daku vegerin ser axa xwe ya pîroz. Hate gotin ku civaka Êzidî dikare li Şengalê bi azad bijî û bibe xwedî îrade.

ÇAVKANÎ: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞİNGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button