‘Divê hemû Êzidî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin’ 

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê Oldar û Serokeşîrên Şengalê jî daxuyaniyek da û bang li hêz û partiyên siyasî yên civaka me kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bibin yek deng

Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê xwest hemû civaka me li dijî êrişan dest bavêjin çekê û parastina xaka Şengalê bikin.

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, bi amadebûna bi dehan serokeşîr û Oldarên me pêkhat. Daxwuyanî ji aliyê serokeşîr Dexîl Mirad ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Em wek Desteya Eşayîr û Oldarên Êzidiyan li Şengalê, daxuyanî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin ku yekemin welate bi hemû hêza xwe piştgriya çeteyan dike û  dixwaze serweriya  Iraqê binpê bike. Dixwaze xwe bigehîne çiyayê Şengala berxwedêr û herêmê dagir bike. Her wiha di çiyayê me yê pîroz de bi hîncetên xwe yên nerast baregehên leşkerî ava bike.”

Di berdewamiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Raya giştî dizane armanca dewleta Osmanî çiye û ji ber çi destdirêjiyê dike li ser welatên derdora xwe. Dîroka wan a reş tîje komkujî û qirkirine. Weke komkujiya Ermeniyan, komkujiyên li dijî Êzidiyan û Elewiyan. Di dirêjiya dîrokê de, dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin. Bi dagirkirina çiyayê Şengalê û komkujiyên nû yên li dijî gelê Êzidî pêk bîne.”

Di dawiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Em ê heta dawiyê li ser şopa bav û bapîrên xwe bin û li ser doza Êziditiyê eger bê xwestin em ê berdêlên giran bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Êzidî û dostê wan dikin, bi me re bibin yek û bi hev re Şengala pîroz biparêzin. Herwiha partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi erka xwe ya niştîmanî û olî rabin û li dijî van êrişan bibin yek. Em ê heta dawî şerê xwe bidin. Çawa ku me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, û berdêl çi dibe bila be, em ê ji niha şûnde jî dest ji parastina xaka xwe bernedin.”

Piştî daxuyaniya axaftin hatin kirin. Di axaftinan de cardin ji hikumeta iraqê hate xwestin ku li hemberî civaka me hişyar nêz dibe û xwedî li civakên xwe û axa xwe xwedî derkeve.

Hemû axafvanan jî biryardariya berxwedaniya xwe dubare anîn ser ziman û ev peyam dan; “Şengal hatiya guhartin, ne wek beriyê ye. Her kesekî bixwaze axa me dagir bike û destdirêjiyê li ser pîroziyên me bike, em ê weke civaka Êzidî li hember rabîn û berxwe bidin. “

Show More
Back to top button