‘Ger hun nikarin me biparêzin, çi karê we li Şengalê nine’ 

Li dijî êrişa duh bi şev a li dijî hêzên Asayîşa Êzidxanê pêkhatî, gelê Şengalê nerazîbûn nîşandan û gotin: “Em ji hikûmeta Iraqê re dibêjin heger hûn nikarin parastina me bikin tu karê we li Şengalê jî nîne.”

Dûh li ser rêya taxa Hey Şuheda ya li navenda Şengalê, di nav malan de wesayîtek bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve hat teqandin. Di encama teqînê de 3 endamên asayîşê birîndar bûbûn. Li ser bûyerê bertek û nerazîbûna civaka Êzidî her diçe zêdetir dibe.

Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê û şermezarkirina êrîşa ser hêzên parastina Şengalê îro li derdor demjimêr 15:00’an de daxwuyaniyek ji aliyê şêniyên navenda Şengalê ve hate dayîn. Daxwuyanî li ber Meclîsa Gel ya Navenda Şengalê hate dayîn.

Li ser navê girseyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel daxuyanî da û got: “êrîş dibin çavdêriya hikûmeta Iraqê de pêkhatiye. Wesayîtek bombekirî dibin çavdêriya hêza İraqê de derbas dibe û tên xwe li ser ciwanên Êzidî diteqîne. Ciwanên me li nexweşxaneyê tên dermankirin. Em ji hikûmeta Iraqê re dibêjin heger hûn nikarin parastina me bikin ti karê we li Şengalê jî nîne. Berê jî wiha kirin me neparastin. Berê jî wesayîtên bombebarkirî dibin serweriya wan de derbasbûn û çûn li Siba Şêx Xidir û Til Izêr xwe teqandin. Bi sedan kes zerer dîtin, me qurbanî dan. Xelk îro jî li benda vegera hestiyên miriyên xwe, li benda wûndayên xwe ne.”

Neam Bedel bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê ya lî ser Şengalê û got: “Ew dixwazin vê peymanê bicîh bînin. Çi bikin bila bikin, çiqas êrîş bikin bila bikin em terka axa xwe nakin, em terka ciwanên xwe, Asayîşa Êzidxanê nakin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button