Şandeya HDP’ê serdana Şengalê kir 

Ji bo piştgiriya bi welatiyên Şengalê re şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şengalê kir. Şande li avahiya Desteya Rêveber a Şengalê ji aliyê rêveberên Rêveberiya Xweser ve hate pêşwazîkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=spWqD8YjyF0

Ji bo piştgiriya bi welatiyên Şengalê re şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji 4 parlamenterên HDP’ê pêk tê, îro serdana Şengalê kir. Şande li avahiya Desteya Rêveber a Şengalê ji aliyê rêveberên Rêveberiya Xweser ve hate pêşwazîkirin. Şandeya HDP’ê wê li Şengalê bi sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser re hevdîtina bike.

Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca têkildarî armanca serdanê ji ajansa me re axivî û got: “Di dema 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser gelê me yê Şengalê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê pêkhat. Bi qasî 3 hezar kes ji Şengalê koçberî Bakûrê Kurdistanê bûn. Gelê me yê Şengalê ji aliyê gelê Bakûr ve hate pêşwazîkirin û heye îro jî  beşek ji van malbatên me li Bakûr mana û em bi hevre jiyan dikin. Em dibînin taybet piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê  ji nûve avakirina Şengalê  destpê kir. Rêveberiya xweser, meclisên jin, ciwan û parastina xwe pêşxistine û rêxistinbûna xwe ji nûve dan avakirin. Ev pêş ketinê di nava Êzdiyan de derketî, zengînbûyin da hemû gelan.  Xuyaye piştî fermanekê jî  hîna jiyan li Şengalê dewam dike. Vê rêxistina li Şengalê bû sedem ku bi hezaran kes li ser axa xwe vegerin.”

Ûca bal kişnade ser êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê û wiha domand: “Em dibînin ji 2017’an û şûnde dewleta Tirk her demekê êrîşên xwe li ser Şengalê pêk tîne. Di van êrîşan de nexweşxane  dike hedef, pêşengên Êzdiyan qetil dike û di aliyê din gefên xwe li ser gelê Şengalê dewam dike. Herî dawî di 1’ê Sibatê de êrîşî ser Şengalê kirin û 21 cihên Êzidiyan  kirin hedef,  bi van êrîşan xwestin civaka Êzidî di fermanek din re derbas bikin  û civakê ji hev parçe bikin.”

Ûca di dewama axaftina xwe de piştgiriya gelê Bakûrê Kurdistanê ya bi Êzidiyan re anî ziman û got:“Ji roja despêkê ve em wek gelê Bakûrê Kurdistanê û HDP têkoşîna xwe ya ji bo xweseriya Şengalê dewam dikin. Di heman demê de Tevgera Jinên Azad li Bakûrê Kurdistanê û  hemû rêxistinên me bi gelê me yê Şengalê re ne. Şandeya me li ser navê gelê Bakûrê Kurdistanê ye. Em dixwazin li vir bêjin em wek gelê Bakûrê Kurdistanê bi gelê xwe yê Şengalê re ne,  em li hember van êrîşan bêdeng namînin. Ev êrîşên li ser civaka Êzdiyan em wek ferman û qirikin binav dikin. Li hemberî van êrîşan emê bê bersiv nemîn in.

Piştî van êrîşan hin kesan bi Erdogan re hevdîtin kirin me jî berê xwe da Şengalê birîndar a ku şahidiya  qirkirna li ser Êzdiya kiriye. Me xweset em li vêderê birîna gelê Şengalê û êşa wan em bi hevre parvebikin. Ev êrîşa ku gelê Şengalê dikşîne êşa me hemiyane, lê têkoşîna ku li vir tê kirin  ew jî ê bibe têkoşîna me hemûyan. Em dixwazin  xwe li vir bidin nîşandan ku em li dijî êrîşên li ser Şengalê ne û emê bêdeng  nemînin. Dixwazin bi van êrîşan civekek kole bidin avakirin, civaka me ya Êzidî bê îrade bihêlin. Eger civaka Êzidî weka nihe rêxistinkirî bûya, me yê di 3’yê Tebaxê hewqas êş jiyan nekiriba.”

‘Bêdengiya li hemberî van êrişan erêkirina êrişane’

Ûce banga vegerê li Êzidiyan kir û got: “Pêwîste gelê me yê niha li koçberiyê ye vegerin Şengalê. Ji ber ku dijmin dixwazin Şengalê vale bikin û Êzidiyan dûr bixin. Divê em li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û hebûna xwe li Şengalê bidin nîşandan. Êzidîxan a me hemûyane, Şengal namûsa gelê Kurdistanê ye û divê em li namûsa xwe xwedî derkevîn.

Me dît berê hin kesan digot, ‘Kerkûk dilê Kurdistan û Şengalê namûsa  Kurdistanê ye’ lê îro ev kesên henê li hemberî êrişan bêdeng in. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişan bêdenge. Bêdengiya li hemberî van êrişan erêkirina êrişane. Em bang li hemû partî û gelê Başûrê Kurdistanê dikin, eger hun dibêjin Şengal namûsa Kurdistanê ye, kerem kin va îro li ser namûsa Kurdistanê êriş heye, werin li Şengalê xwedî derkevin.”

Banga xwedîderketina Şengalê

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûce herî dawî bang li her kesê kir ku xwedî li Şengalê derkevin û got: “Şengal cihê berxwedan û dîroka me ye.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengal Rîham Hesen jî  ji bo serdanê şandeyê spasî kir û got: “Di demeka wisa de ku êrîşên dewleta Tirk li ser me hene, pêşengên me dika hedef , her wiha  di van dema de serdana Nêçîrvan a ji bo Tirkiyeê çê bû,ş andeyekî wisa ku kariya xwe bigihîne Şengalê peyameka giring dide her kesî.  Em li vir didin diyarkirin  çiqas êrîş li ser me  pêk werin wê dewleta Tirk nikariba yekitiya gelê me li Bakûr, Mexmûr, Rojava û Şengalê ku di bin fikrê Rêber Apo de hatiye rêxistinkirin tine bike.”

Wê li Şengalê serdanên Şandeya HDP’ê ya ji bo sazî û dezgehên civaka Êzidî berdewam dike.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button